Li Zanîngeha Helebce pêşangeheke wêneyan hat vekirin. Di tabloyan de îşaret bi aşitî û hevrejiyana li bajêr hatiye kirin.
Li Zanîngeha Helebceyê di çarçoveya çalakiyên hefteya aştî ya Helebce de pêşangehek ya wêneyan hat vekirin, pêşangeh wê du rojan vekirî bimîne.
Di derbarê vekirina pêşangehê de berpirsê pêşangehê Hesen Murad axivî û got: “Me vê pêşangehê di çarçoveya çalakiyên hefteya aştî ya Helebce de lidarxistiye. Di nava du rojan de 16 hunermendên şêwekar bi 16 tabloyên xwe di pêşangehê de amade bûne.”
Hesen Murad da zanîn ku çalakiyên bi vî rengî giring dibînin û got: “Zimanê dîtinê bibandortire, xelk kêm dikarin bixwînin û guhdar bikin. Divê hunermend giringiyê bi van çalakiyan bidin, wek derfet bibînin da ku bikarin peyama xwe bigihînin.”
Şêwekar Ruxsar Rehmet ku tevlî pêşangehê bûye, got: “Wek hunermendek min tevlîbûna xwe ji hefteya aştiyê ya Helebce re kiriye û tevlî pêşangehê bûme. Tabloyên ku me nexşandine, peyama aştiyê li xwe digre.”
ROJNEWS/HELEBCE