Pêşangeha robot ‘Ai-Da’

Nûçeyên Çand/Huner

În 15 Nîsan 2022 - 22:24

  • “Leaping into the Metaverse” (Qevastina ber bi Metaversê ve) derkeve pêşberî temaşvevanan. Robot Ai-Da bi “aqilê çêkirî”

Hunermend Ai-Da ku weke “hunermenda robot” jî tê naskirin dê di 23’ê Nîsanê de li Bîenela Venedîkê bi pêşangeha “Leaping into the Metaverse” (Qevastina ber bi Metaversê ve) derkeve pêşberî temaşvevanan. Robot Ai-Da bi “aqilê çêkirî” hatiye sêwirandin û dê di bîenalê de bi milê xwe yê nû ku bi teknolojiya herî baş hatiye çêkirin çend performansên zindî jî pêk bîne.

Ai-Da bi vê pêşangeha xwe dixwaze balê bibe ser têkiliya di navbera mataversê, aqilê çêkirî û mirovan de. Ai-Da îlhama vê pêşangeha xwe jî ji berhema navdar a Dante a bi navê “Komedîya Îlahî” digire. Pêşangeha Ai-Da, Metavers û Arafê tîne hemberî hev û hin pirsan dike.

Sêwirmend Aidan Meller ku robotê bi navê Ai-Da çêkiriye, wê hem weke hunermendek û hem jî bi serê xwe weke berhemeke hunerî dinirxîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.