‘Pêşangeha pirtûkên Kurdî gaveke baş bû’

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 19 Gulan 2022 - 21:21

  • Pêşangehê 3 rojan dewam kir û tê de 15 weşanxane, Dîwana Wêjeyê, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Yekîtiya Nivîskaran a Herêma Cizîrê cih girtin.

Ji bo bipêşxistina çanda xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî û bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî, Desteya Çandê ya herêma Cizîrê Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya Yekemîn li Rojava, li Navenda Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo vekir.

Pêşangehê 3 rojan dewam kir û tê de 15 weşanxane, Dîwana Wêjeyê, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Yekîtiya Nivîskaran a Herêma Cizîrê cih girtin.

Nivîskarên ku beşdarî Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya Yekemîn bûn, gotin, pêşangeh gaveke erênî ber bi bipêşxistina çanda xewendin û nivîsandina bi Kurdî di nava civakê de ye. Komîteya amadekar a pêşangehê got, ew ê di salên li pêş de dema pêşangehê dirêjtir bikin.

Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Salihê Heydo bi 12 berhemên li ser dîroka Kurdayetî, Foklor, Çanda Kurdî û rêûresmên dîrokê yên Kurdî beşdarî pêşangehê bû. Wî vekirina pêşangehê ji bo xwe weke cihê şanaziyê û ji bo bipêşxistina çanda xwendin û nivîsandina bi Kurdî gaveke erênî nirxand.

‘Ziman parastina hebûnê ye’

Li gorî komîteya amadekar, armanca vekirina pêşangehê nîşandana berhemên wêjeyî yên nivîskarê Kurd, parvekirina wê bi nifşên nû re da ku li dibistanan bixwînin, û bibe derfet ku pirtûkên kevin bên nîşandan û pirtûkên nû bên çapkirin.

Salihê Heydo wekî din got, "Ziman bi roleke sereke di parastina hebûn û dîroka civakê de radibe, bi ziman parastina hebûnê li hemberî siyasetên qirkirinê tê kirin. Zimanê me hebûn û dîroka me ye, divê em zimanê xwe biparêzin û bi pêş bixin."

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.