Pêşangeha pirtûkan bi dawî bû

Nûçeyên Çand/Huner

În 19 Gulan 2023 - 02:39

Bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî ku di salvegera derxistina hejmara 1´ê ya kovara Hawarê, li paytexta Sûriyeyê Şamê di sala 1932`yan de, Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê roja 15'ê Gulanê Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya Duyemîn vekir. Pêşangeh bi dirûşma “Xwendin hebûn e” li Hola Zana ya li Qamişloyê hat vekirin.

Duyemîn Pêşangeha Pirtûkên bi zaraveyên Kurmancî, Soranî û Kirmanckî di roja sêyemîn de bi dawî bû. Di pêşangeha de stran û helbestên bi Kurdî hatin gotin, her wiha pirtûka Arşek Baravî ya bi navê “Abeceyên kurdî û ola zeradeştî” hate îmzekirin.

Di pêşangehê de 12 hezar û 140 pirtûkên li ser mijarên jin, şoreşgerî, ziman, çand, ol, fikr, dîrok, felsefe, şoreşa azadiyê û Şoreşa Rojava hatin nîşandan. 

Ji sedî 45 beşdarên pêşangehê, nivîskarên jin bûn, 32 weşanxane, saziyên çandî û yekîtiyên rewşenbîran yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî pêşangehê bûn.

Di pêşangehê de pirtûka herî zêde bala xwendevanan kişand, pirtûka Şoreşa Azadiyê û Şoreşa Rojava bû.

Di roja dawîn a pêşangehê de Salih Heydo û Abdîn Merxso helbest xwendin û hunermend Kawa Kalê û Cano Hisen stran gotin. Her wiha şanoyek jî hat nîşandan.

Pêşangeh bi îmzekirina pirtûka Arşek Baravî ya bi sernavê “Abeceyên kurdî û ola zeredeştî” bi dawî bû.

ANHA/QAMIŞLO

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.