Pêşangeha pirtûkan a Frankfurtê û çend hevdîtin
Luqman GULDIVÊ nivîsand —
Duşem 23 Cotmeh 2023 - 00:13
Pêşangeha Pirtûkan a Frankfurtê îsal, beriya dest pê bike, ji ber ku komeleya Litpromê xelatdayîna nivîskara Filistînî Adania Shibli bi paş ve xist bû sedema minaqeşeyan. PENa Berlînê bi gotinên “Ti kitêb bi rewşa nûçeyên heyî, çêtir, xirabtir yan jî bi tehlûketir nabe. Yan kitêbek hêjayî xelatê ye, yan jî ne hêjayî xelatê ye.” Biryara bipaşvexistina xelatkirinê ya Litpromê be jî, rêveberiya fuarê, eşkere ji bo dengên “Îsraîlî” zêde bikin, panelên nû li bernameya fuarê zêde kirin.
Min berê xwe zêde neda van meseleyan û rastî ez tevî du zarokên xwe bûm û tenê şemiyê min karî biçim pêşangehê. Beriya wê bi rojekê jî êvarê, dîsa du zarokên min bi min re, min hewl da bi nivîskar Beliban zu Stolberg re sohbetekê bikim. Ew jî ji bo pêşangeha kitêban hatibû Frankfurtê. Me sohbet kir, lê bi qasî ku mumkin bû û ji min bêhtir keça min pirs jê kirin, lê têra xwe agahî peyda bûn, yeqîn bikin, wê encama wê nivîseke xweş be.
Dîtira rojê me berê xwe da dezgehên elaqeya wan bi Kurdan re hene. Weşanxaneya Neqş ji Rojava hatibû. Bi qewlê gotina wan, “vîzeya me ewqas dereng hat ku hema me ji 50 berhemên xwe çendeke çûn valîzên xwe bi xwe re anîn”. Neqş bi slogana “Ji Rojavayê … Ji Qamişloyê…” cihê xwe li dezgeha xwe girtibû. Abdullah Şêxo jî texsîr nekir, hema li cihê dezgeha xwe bi me re peyivî û jidil li ser weşanxaneyê û meseleyên din ên elaqedarî Kurdî peyivî. Peyama hatina li pêşangehê jî jixwe darîçavbûn bû. Lê her wiha pirr elaqe xuya dikir ji bo naskirina awayên nû yên bi kalîtetir ên weşanê. Nexasim jî weşanên ji Çînê di warê kalîteya xwe ya çapê de bala wan kişandibû. Ew pêşangehê ji bo peywendîdanînê jî bi kar tînin û ji ber ku di karê wan de werger cihekî muhim digire jî, dixwazin bi rêya van peywendiyan rêyên wergerê xweştir bikin ji bo xwe û ji bo tevahiya Rojavayê. Ji sohbeta me jî yeqîn dikim wê nivîseke xweşkok derkeve. Cihê dezgeha Neqşê jî ne weke dezgeha ji Başûrê Kurdistanê li nava welatên Ereb bû; lê cîranên wan welatên skandînavyayê bûn. Min bi dizîka be jî ji Abdullah Şêxo re got, heger rojekê hûn berê xwe bidin wêjeya zarokan ji bo wergerê, Skandînavya ji her kesî li pêştir e, belkî zena min şaş be, lê wisa difikirim.
Li dezgeha fermî ya Wezareta Çand û Ciwanan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji kitêban bêhtir mesûl diyar bûn. Lê hazirbûna wan li wir, bi herhalî di nava gelek welatên Ereban de baş bû. Li kêleka dezgehê nivîskarên Kurd ji berhemên xwe xwendin û behsa wan kirin, di nava wan de nivîskar Helîm Yûsiv û helbestkar Yûsiv Mentik jî hebûn. Lê herî zêde “yabo em kengî diçin” a kurê xwe min bihîst. Axir paşê Yûsif Mentik wergera Kurmancî ya kitêba xwe Êvarên Reynê îmze kir, û nusxeyeke wê jî da min.
Helîm Yûsiv bi xwe dilezand ji bo biçe û xwe bigihîne çalakiya li dezgeha weşanxaneya xwe SujetVerlagê. Wergera bi Elmanî ya kitêba wî “99 Morîkên Belavbûyî” ji vê weşanxaneyê derketiye û kela canê Helîm Yûsif ji refta wî xweş xuya bû. Axir, min ew jî piştî çalakiya wî dît û sohbeteke kurt li dezgeha Neqşê min pê re kir. Ez yeqîn dikim, encamên vê sohbeta kurtexweş wê paşê bi dilê xwînerên rojnameya me jî be. Lê lazim e ez malavahiya mamoste Fêrgîn Melîk Aykoç bikim; gava ku me sohbet kir bi Helîm Yûsif re, wî bi tecrûbeyên mamostetiyê hînî her du zarokên min kir, mirov ji kaxezan çawa tîpan çêdike. Ji F, A, W, N´yê heta bi O û Z´yê. Di wê navê de bi Helîm Yûsif re me bi pirranî behsa weşana bi Elmanî ya berhema wî kiribe jî, esas me behsa Rojavayê, behsa projeyên wî yên nû jî kir; piştî ku bi weşanger re jî peyivîm, ez ê bi we re jî encamên sohbetê parve bikim.
parvê bike
Nivîsên Luqman GULDIVÊ
Hinek hatin xişxişê
4 teşrînê
Şahmaran û Nînazû
1 tîrmehê
Qey dizanin em Kurd in lema nehatin!
24 hezîranê
Welatê me divê bibe tifaqa me
27 gulanê