Perwerde nakin asîmîle dikin

Nûçeyên Dosye

Yekşem 17 Îlon 2023 - 08:57

  • Serdema nû ya perwerdehiyê li Kurdustan û Tirkiyeyê dest pê dike. Pergala perwerdehiyê ku halêhazir xwedî gelek pirsgirêkan e, di serdema nû de jî deriyê xwe ji pirsgirên nû re vedike. Desthilata ku hewl dide pergala perwerdehiyê li gor îdeolojiya xwe ya fermî sererast bike, bi vî awayî dixwaze ji bingehê yanî ji zarokan dest bi avakirina modela civakeke xweserî xwe dike.



Zarokno, li zimanê xwe miqate bin, pihêt pê bigirin, hînî xwendin û nivîsandinê bibin; qedrê zimanê xwe bizanin. Miletekî dîl yê ko zimanê xwe winda nekiriye dimîne wî hepsiyê ko mifta zindana wî di destê wî de ye.
Celadet Alî Bedirxan


HAVÎN KIYE

Piştî ku di hilbijartinên dawî de Huda-Par û Partiya Refahê ya Nû (YRP) ketin meclisê, mijara rakirina perwerdehiya tevlihev (karma) dîsa hat rojevê. Esasen gotinên wekî vekirina dibistanên keçan nîşaneyeke daxwaza avakirina vê modela civakî ye.

Mifredat tê guhertin, hemû hêmanên dînî, entîk û zayendî li derveyî mefredatê tên girtin, paşguh dikin. Tevî van hemû pirsgirêkan jixwe perwerdehiya bi zimanê zikmakî bi tu awayî nabe mijara nîqaşê jî.

Bi taybet li Bakurê Kurdistanê, bi rêya zimanê Tirkî, em dibînin ku zimanê Kurdî rastî qedexe û polîtîkayên bişaftinê yên organîze tê. Ev polîtîka hem rê li ber krîmînalîzebûn hem jî windabûna zimanê Kurdî vedikin. Kurt û kurmancî, zarokên Kurd, di nav vê pergalê de ku hemû zarok bi awayekî tên vederkirin bêhtir neçarî vê vederkirinê tên.

Em li ser pergala perwerdehiyê ya li Tirkiyeyê û pirsgirêkên malbat û xwendekarên Kurd, bi Hevserokê Şaxê Wanê yê  Egitim-Senê Murat Atabay re axivîn.
 
Bi meha îlonê re serdema payîzê ya 2023-2024an a perwerdehiyê dest pê kir. Bendewariyên xwendekar û malbatên Kurd ji vê serdema nû çi ne?

Asta bendewariyê di serdema nû ya xwendinê de bi taybetî li ba zarokên kurd û dê û bavên wan ên li Kurdistanê dijîn, li gorî salên borî kêm bûye. Çimkî salên borî perwerde bi taybetî li bajarên Kurdan veguherîbû amûreke ku tenê bi armanca bicihkirina îdeolojiya fermî dihat bikaranîn. Zarok kirin amûrên sereke yên bişaftinê. Ev pratîk îro bi gelek awayên cihêreng berdewam dike. Ligel pirsgirêkên qeyrana aborî û bi kêmdîtina civaka kurdan, di vê mijarê de mixabin em nikarin bibêjin ku malbat û xwendekar li ser navê perwerdehiyê xwedî hêviyên mezin in. Dema ku em vê yekê ji aliyê qeyrana aborî û vederkirina Kurdan a li hêrêmê ve binirxînin, em ê bibînin ku feraseta “bila zarokên me bixwînin, belkî bi xwendinê bibin xwediyê karekî”  wek salên salên ne xurt e. Çinku ev ji bo malbatan êdî ne daxwazeke sereke ye. Hem zêdebûna tundîya polîtîkayên asîmîlasyonê hem jî ji ber qeyrana aborî malbat nikarin lazimiyên xwe dabîn bikin, hizra wan a derbarê perwerdehiyê de guherî.

Kurd di nav pergala heyî ya perwerdehiyê de xwedî çi dezavantajan in?

Bêguman bo Kurdan dezavantaja herî mezin a ew e ku di çarçoveya pergala perwerdehiya heyî de bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde nabînin. Ji bilî wê, em dikarin bibêjin ku li bajarên Kurdan kêmasiyeke cidî ya veberhênanê heye. Gelek dibistanên gundan derbasî pergala neqilkirinê kirin û bi taybetî dibistanên Îmam Hatîp derbasî van dibistanan bûn. Her wiha ji ber qeyrana aborî li gorî bajarên din malbat di dabînkirina pêdiviyên bingehîn de pirsgirêkên cidî dijîn. Bi gotineke din Kurd gihatine wê astê ku nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bînin. Di nav vê çarçoveyê de, vederkirina herêmê, paşguhkirin, veberhênana bo şerî, nemaze nebûna saziyên perwerdeyê yên ku xwedî pêdiviyên bingehîn an jî nebûna avaniyên fizîkî yên gundanî perwerdeyê wekî pirsgirêkekên têra xwe  giran li pêşberî me disekinin.

Gelo mirov dikare behsa serboriyeke zarok, xwendekar an jî malbateke Kurd bike ku ji ber nasnameya xwe ya netewî rastî cudakariyê hatine? 

Serboriyên ku zarokên Kurd û malbatên wan ji ber nasnameya xwe rastî wan tên, weke travmayên zarokatiyê hêj di bîra me de ne. Di nav çarçoveyeke giştî de, zarok ji ber ku zimanê Tirkî nizanin dema diçin dibistanê nikarin xwe îfade bikin, ji aliyê mamosteyan ve tên piçûkdîtin û carcaran rastî tundiyê jî tên. Bo malbatan jî pirsgirêka herî girîng ew e ku dema diçin dibistanê nikarin bi mamosteyan re têkiliyeke xurt danin û xwe bi zelalî îfade bikin. Mamoste jî ji ber vê yekê naxwazin têkiliyekê danin. Di encamê de zarok şikestineke derûnî dijîn û malbat dilşikestî dibin.

Her wiha em carcaran rastî hin rewşan tên ku bi awayekî eşkere zarokan paşguh dikin û zimanê wî yê zikmakî biçûk dixin. Nemaze hin mamosteyên ku nû hatine tayînkirin hewla vê yekê didin. Çinku di nava tayînkirinên nû de hejmareke pir cidî ya mamosteyan heye ku di desthilatdariya AKPyê ya 20 salane de bi kodên îdeolojîk perwerde bûne. Nêzîkatiya van mamosteyan a li dijî ziman û çandê dikare bibe pirsgirêk. Carcaran îfadeyên nijadperest bi kar tînin û tundiyê li zarokan bikin. Bo nimûne mirov wek mînak behsa bûyera çend sal berê li Erzeromê rû dayî bike ku hinek kesên ku qaşo dibêjin mamoste ne, li hember tabelayeke Kurdî bi tiliyên destên xwe hereketên nelicih kiribûn.

  • Kalîteya perwerdeya li Tirkiyeyê jixwe li cîhanê xwedî rêzeke paşîn e. Ev rewşa xirab li Kurdistanê hîn mezintir e. Bajarên Kurdan xwedî gelek dezavantajên wekî polên qerebalix, kêmasiya kadroyên hêja, kêmasiya dibistanan, nebûna razemeniyê û perwerdeyeke ji zanistê dûr heye.

Gelo dibistanên li Kurdistanê ji hêla kalîteya perwerdehiyê ve têrker in? Kapasîteya dibistanan têra perwerdehiyeke baş dikin? Heger ne wisa bin kêmasiyên wan çi ne?

Bêguman ev pirsgirêk li tevahiya Tirkiyeyê heye, lê belê li Kurdistanê zelaltir tê dîtin. Wekî me li jor jî gotî bi taybetî li piraniya dibistanên gundan girtî ne û perwerdehî bi neqilkirina xwendekaran tê dayîn û ev perwerde jî pir dereng dest pê dike. Mehek dereng dest pê dike û perwerde mehekê dereng dikeve. Dema ku em ji hêla kalîteyê ve lê dinêrin, em dikarin bibêjin ku ev rewş bi AKPyê re pêşketiye. Zêdetir qadên ku zarok nikarin xwe ji hêla çandî û civakî ve îfade û pêş bixin tên avakirin. Mîmariyeke berjorkî tê têrcîhkirin. Mantiqa avaniyên bi vî awayî jî ew e ku çendî ji wan tê xwendekaran li polekê kom bikin û hejmara polan zêde bikin. Ev avanî her wiha ji qadên wekî laboratuwar, sehayên werzîşê û pirtûkxaneyan bêpar in.  

Sekna sendîkaya me ya di vî warî de diyar e, weke ku me di raporên xwe yên berê de jî anî ziman, divê li her taxê dibistanek bê avakirin û ev dibistan li gorî mîmariya berwarî bên avakirin ku zarok bi xwezayê re têkevin têkiliyê. Avahiya fizîkî ya hemû saziyên perwerdeyê yên li Kurdistanê di vê wateyê de xwedî pirsgirêkên cidî ne. Di peydakirina pêdiviyên wekî amûr û keresteyan de jî pirsgirêkên cidî hene, li gelek dibistanan înternet û binesaziya teknolojîk tune ye û ji hêla paqijiyê ve gelek xirab in.  Dibistan pir kevn in, tuwalet û destşo ne di wê astê de ne ku zarok bi tendurist bi kar bînin.

  • Li Tirkiyeyê kontrola perwerdehiyê an girêdayî ideolojiya fermî ye an jî girêdayî îdeolojî, fikriyat û pêdiviya desthilatê ye. Îro, em van hemûyan di heman hewzê de dibînin. Desthilata heyî dema ku tengas dibe berê xwe dide îdeolojiya fermî û oldariyê. Bi vî awayî beşên civakê yên ku xwedî mixalefetên mixtelîf in, havî dike û wan tewanbar dike. Bi vî awayî kiryarên xwe bi rêya terefgirên xwe meşrû dike. Dawiyê, da ku vê meşrûbûna xwe qahîmtir bike, vê kontrola xwe li hemû qadên jiyanê disepîne, destpêkê jî li dibistanan.

Nîşaneyên îdeolojiya fermî li dibistanan çawa xwe didin der?

Îdeolojiya fermî jixwe ji demên borî heta niha di pirtûkên dersan de cihê xwe digire.  Dema ku em pirtûkên dersê dikolin, wek mînak di pirtûkekê de, hevokeka ku Kanûnî Siltan Silêman xwe dide nasîn, bi eslê xwe “Ez Siltanê Kurdistanê me jî” ye wekî “Ez Siltanê Anatolyayê me jî” hatiye guherandin. Yanî orjînala belgeyên fermî jî tê guherandin û bi vî wayî di pirtûkên dersê de tê bicihkirin û hewl didin ku zarokan li xeta diyarkirî ya îdeolojiya fermî perwerde bikin. Dîsa dema ku em pirtûkên dersê, bi taybetî jî yên dibistana seretayî dikolin, em dibînin ku pirtûk bêhtir bi feraseta kemalîst dihatin amadekirin, lê niha li kemalîzmê feraseteke olperest serdest e.  Tevî vê li gor pergala îro mamoste beşdarî semîneran dibin. Ligel mamostayan polîs û leşker jî beşdarî van semîneran dibin û hêj ji hefteya ewil bi rêya saziya perwerdeya milî û walîtiyan ligel polîs û leşkeran li ser hevdîtinên hevpar tên lidarxistin û bi vî awayî dest bi serdemê dikin. Di van civînên agahdarkirinê de  li ser wê yekê diaxivin ka dê li herêma Kurdan çawa tevbigerin. Esasen niyeta wan ew e ku ferzkirina îdeolojiya fermî bi rêya mamosteyan jî bisepînin. 

Gelo çima bi gelemperî navên leşkerên ku di şerên li Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane li dibistanan dikin? Zarok û malbat derbarê van navlêkirinan de çi difikirin?

Wekî salên berê çawa ku navê leşker û polêsên ku di şer û pevçûnan da jiyana xwe ji dest dane didan dibistanan, îro jî berdewam dike.  Lê îro desthilat 15ê Tîrmehê wek miladekê qebûl dike û hewl dide ku bêhtir navên lehengên ku di vê serdemê de afirandine, dibistanan bi nav bike. Dixwazin şerê ku ji bo malbat û xwendekaran tu maneya wê tune ye bi vî awayî normalîze bikin û piştgiriyekê çêbikin. Dema ku van navan li dibistanan dikin li ba xwendekar û malbatan bivênevê meraqek çêdibe û van navan lêkolîn dikin.  Û bi awayekî çîroka ku hatiye afirandin dixwînin.  Bi van navan hem şerî normalîze dikin hem jî bi lehengên ku wan afirandine teşeyekî didin xwendekar û malbatan. Her wiha peyamekê jî didin civakê. Yanî têgihiştina  “leheng ji bo me ew kes in ku di vî şerî de jiyana xwe ji dest dane” binecih dikin.  Naxwazin encamên xirab ên şerî û şaşiyên xwe bibînin û qaşo bi hewla parastina milletê Tirk, kesên ku jiyana xwe ji dest dane wek qehreman nîşan didin. 

Mixabin ne tenê li dibistanan, îro li gelek navçeyan navên hin siyasetmedarên faşîst ên nîjadperest ku tu wateya wan ji bo civakê nîne, li kuçe û qadan dikin. Mînak li Ercîşê guhertina navê kolanekê wekî Muhsin Yazicioglu an jî bi navê Devlet Bahçeli çêkirina parkekê, derveyî teşedana civakê, dixwazin bibêjin ku em xwediyên vî welatî û axê ne  û her çi kesê ku li dijî we û li dijî demokrasiyê ye ji bo me xwedî qîmet e û em çawa bixwazin em ê van kesan li ser erdnigariya zindî bihêlin. 

 

  • Hemî mifredat û naverokên dersên dibistanên li Tirkiyeyê li gorî hesassiyetên îdeolojiya fermî ya Tirkiyeyê tê sazkirin. Bi gotineke din hemî pêkhateyên din ên dînî, etnîk, zayendî li derveyî van mifredat û naverokan dimînin. Girêdayî vê yekê, îdeolojiya fermî ya li Tirkiyeyê, li dibistanan ewil bi naveroka dersan paşê jî bi rêya çalakiyan tê hînkirin.

 

Zarokan li dibistanan di bin navê pêşbazî û çalakiyên çandî de teşwîqî nivîsandina şiîr û çîrokên derbarê polês, leşker û delwetê de dikin. Divê mirov vê yekê çawa şîrove bike?

Di çalakiyên çandî de xuya ye ku ji bo derbarê leşker û polêsan de helbest bên nivîsîn handanek heye. Weke ku min destpêkê jî behs kir, armanc ji vê yekê ew e ku hem wan wekî leheng bidin qebûlkirin hem jî berteka civakê qels bikin. Her wiha bi vî awayî li ser zarokan ji dibistana seretayî ve li hemberî van kesan sempatiyeke îdeolojîk diafirînin. Ya rastî ya ku divê hînî zarokan bikin navê wan kesan e ku piştgiriya aşitî, demokrasî û mafên mirovan kirine û di civakê de bûne pêşeng. 

 

Divê mirov giraniya ku didin “perwerdehiya dînî” ya li dibistanan li ser navê zarokên Kurd çawa binirxîne? Di nav konteksta îdeolojiya fermî de mirov dikare vê yekê çawa bi cih bike?

Perwerdehiya dînî ya ku li dibistanan tê dayîn divê wiha were nirxandin: Dibistan bûne amûrên perwerdehiya îdeolojîk. Bername û mifredat ji zanistê hatine dûrxistin û di warê mafên mirovan, demokrasî û daxwaza aşitiyê de tu hêman cih nagire. Dersên bijarte yên dînî kirin zarûrî û bi rêya weqf, cimaet, terîqet û komaleyan, kesên ku tu eleqeya wan bi perwerdehiyê re tune ye tayînî dibistanan kirin. Hewl didin bi vî awayî nifşeke li gor daxwazên xwe bigihînin. Herî dawî bi Projeya Çedesê, di bin navê şêwirmendên menewî de, ji Îzmîr û Eskişehirê dest pê kirin û hewl dan mele û waîz li dibistanan wezîfedar bikin. Esasen li vir armanc ne perwerdehiya dînî ye, dixwazin dînî li gor berjewendiyên xwe yên îdeolojîk bi kar bînin û bi rêya dînî civakeke nêzî xeta xwe ya îdeolojîk ava bikin. Lewra bi wezîfedarên terîqet û cimaetên girêdayî xwe dikevin dibistanan û ji xwendina seretayî dest bi bicihkirina îdeolojiya xwe dikin. Dema ku vê yekê dikin jî xwe ji bîrdoziya faşîst û nijadperest nadin paş. Yanî yek ji mebestên sereke avakirina civakekê ye ku dijminahiya Kurdan dike, ziman û çanda Kurdan, mafên mirovan û demokrasiyê tune dihesibîne, dijberê aşitiyê û li ser xeta şerî dimeşe. Kurt û kurmancî AKP dixwaze li gor kodên xwe yên îdeolojîk avaniyekê bo civakê dane û dibistan jî kirine amûrên sereke yên vê armancê. Yanî perwerdehî bûye pergala bişaftinê. 

Çawa ku di salên borî de bi FETOyê re di nav hevkariyê de bûn û karê xwe bi giranî li ser tirkayetiyê dimeşandin, piştî têkilya wan a bi FETOyê re xirab bû jî, bi rêbazên ku ji wan hîn bûne, li ser hevkariyeke îdeolojîk berdewam dikin. Yanî polîtîkayeke wan a sereke ew e ku Kurdan asîmîle bikin û hemû nirxên civaka Kurd bêqîmet bikin.   

Her wiha vê polîtîkaya xwe ne tenê bi rêya perwerdehiyê di heman demê de amûrên din ên bişaftina civakê jî bi kar tînin. Ew amûr jî fihûş û tiryak e. Bo nimûne hewl didin ku fihûşê berbelav bikin û bi gelek awayan piştgiriya wê dikin. Dîsa dema em lê dinêrin em dibînin ku asta bikaranîna tiryakê daketiye heta dibistana navîn û tu mekanîzmayeke venêrînê ya ku rê li ber bigire tune ye. Bi vî awayî bi zanebûn rê li ber belavbûna wê ya di nav ciwanan de vedikin.  Yanî ligel qedexeya li ser zimanê Kurdî, li Kurdistanê, bi destê endamên dewletê yên ewlehiyê, bi taybet di demên dawî de berbelavkirina fihûş û tiryakê ku bûne amûrên sereke yên serûbinkirina civakê, wek pirsgirêkên sereke derdikevin pêşberî me. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.