Perspektîfa nû ya sosyalîzmê: Ocalan

În 19 Nîsan 2024 - 00:26

Insîyatîfa ‘’Ji Ocalan re Azadî’’ li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan banga tevlêbûna li rojên çalakiyê yên bi dirûşma ‘’Diyalog bi Ocalan re’’ kir û got ramanên Ocalan ‘’ vîzyoneke civaka demokratîk-ekolojîk e ku perspektîfeke nû pêşkeşî lêgerîna sosyalîzmeke nû dike.’’

Înîsiyatîfa ’Ji Abdullah Oclalan re azadî’’ li dijî tecrîda li Îmraliyê banga tevlîbûna li rojên çalakiyê yên bi dirûşma 'Diyaloga bi Ocalan re' kir .

Înîsiyatîfê bang li rewşenbîr, zanyar, kedkar, aktîvîst, hunermend, sendîka, tevgerên civakî û siyasetmedaran kir ku di navbera 15-22’ê Hezîranê de bi şêweyên cuda çalakiyan li dar bixin û got ku çalakiyên xwe bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan û diyalogê li dar bixin.

Bawerî bi CPT’yê nemaye

Daxuyaniya Înîsiyatîfê wiha ye:

"Abdullah Ocalan zêdetirî 25 sal in li Tirkiyeyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin û têkîliya wî bi derve re qut bûye. Herî dawî di Tebaxa 2019'an de bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk anîbû. Ji Adara 2021'ê û vir ve hemû têkilî qut bûne û der barê tenduristiya wî de fikarên cidî hene.  Êdî ne pêkan e ku mirov baweriya xwe bi Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT), Konseya Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bîne.

Ocalan îlhamê dide rewşenbîran

Nivîsên Abdullah Ocalan îlhamê dide rewşenbîr, azadîxwaz, zanyar, kedkar, aktîvîst, hunermend, sendîkavan, tevgerên civakî, siyasetmedar û hemû civakan. Abdullah Ocalan 25 sal berê piştî Komploya Navneteweyî wek rêberekî Kurd ji Sûriyeyê derket û piştî salan wek pêşengê civakeke demokratîk a azad, pir-neteweyî, pir-olî û demokratîk vegeriya. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstemeke civakî ya xweser, li ser esasê fikrên azadiya jinan, ekolojî û demokrasiya radîkal a Abdullah Ocalan derdikeve pêş. 

Ocalan hêviya civakeke demokratîk e

Felsefeya ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin, ji bo îmkana sîstemeke civakî ya demokratîk hêviyek nû dide me. Di hucreya girtîgehê de "Jin jiyan azadî" formule kir; di sedsala 21’an de dirûşma têkoşîna azadiya jinan û rênîşanê hemû jinên serhildêr û têkoşer e.

Bala femînîstan li Ocalan e

Nivîsên Abdullah Ocalan ên der barê jiyana bêdewletî de jêpirsîneke bêhempa ye û vîzyoneke civaka demokratîk-ekolojîk e ku perspektîfeke nû pêşkeşî lêgerîna sosyalîzmeke nû dike. Daxwazên Abdullah Ocalan ên ji bo rêgezên demokratîk ên rêxistinbûyîna civakî, bala kesên ku bi ramana civakî ya avaker an jî ji nû ve avakirina civakê li ser xetên femînîst û ekolojîk re eleqedar e, heq dike.”

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.