Perîşan bûne

Sêşem 23 Tebax 2022 - 22:18

  • Duran Kalkan dibêje, hêzên dagirkeriya Tirk li Başûrê Kurdistanê bist bûne, nikarin bilivin. Gava dilivin gerîla derbê li wan dixe û di bejahiyê de artêşa Tirk Perîşan bûye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan beşdarî bernameya taybet a Medya Haber TV bû û tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, nêzîkatiya hêzên hegemon û şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê nirxand.

Kalkan destpêkê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û got, "Sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê dewam dike. Yên ku ev sîstem afirandine û wê dimeşînin ji aliyê mejî û polîtîkayê ve ti guhertin nekirine. Ew qirker in, faşîst in, mêtinger in, dijminê Kurdan in. Li Îmraliyê li ser Rêber Apo, li derve jî li ser tevgera me, rêveberiya me, gerîlayên me û gelê me îmhayê ferz dikin. 

Li hemberî vê yekê berxwedaneke mezin tê meşandin. Rêber Apo ji bo vê berxwedanê got, 'Berxwedana israra ji bo mirovbûnê, ji bo hebûnê' ye."

Rewşenbîran şer teşhîr kir

Kalkan da zanîn ku di têkoşînê de gavêîn muhim hatine avêtin û got, "Li dijî şerê li Kurdistanê, rewşenbîrên Tirkiyeyî, 308 rewşenbîran daxuyanî da. Ev giring bû. Bang li muxalefetê kirin da ku nebin şirîkê vî şerî. Şer teşhîr kirin. Nîşan dan ku ew li dijî şer in. Ev yek di heman demê de tê wateya dijberiya li sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê. Li çar aliyên cîhanê 70 rewşenbîr, siyasetmedar, demokratên naskirî civiyan û daxuyanî dan, bang kirin. Xwestin ku her kes bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re be, li dijî faşîzma Tayyîp Erdogan be, li dijî qirkirina Kurdan be. Ev gelekî hêja bû. Ev hemû di heman demê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bangên bi wate bûn."

Kalkan îşaret bi pêvajoya hiqûqî jî kir û got, “Hate gotin ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê wê biryara xwe ya li ser sîstema Îmraliyê û biryara DMME'yê ya ji bo jinûve nirxandina doza Rêber Apo qaşo Îlonê eşkere bike. Parêzeran got, Îlonê daxuyanî wê were dayîn. Gelê Kurd, hêzên demokratîk bi baldarî li bendê ne; wê çi bibêjin, wê çi eşkere bikin?"

Di sala 25´an a komployê de rewş dikare biguhere 

Dûran Kalkan got ew êdî gihîştine fînala qonaxa kampanyaya Dem dema azadiyê ye û wiha peyivî: “Heta niha gelê Kurd têkoşîneke mezin kir. Gerîla jixwe bi lehengî şer dike, gel li ber xwe dide, dost li ber xwe didin. Ji bo biserxistina pêngava me ya 'Dem dema azadiyê ye' ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, li Rojhilata Navîn û çar aliyên cîhanê mirovahî di nava berxwedaneke muhim de ye. Em dikarin bibêjin ku em niha gihîştine fînala vê pêvajoyê. Yanî divê em sala 25'an bi vî rengî fêhm bikin. Bi destpêkirina sala 25'an a komploya 15'ê Sibatê re, divê em vê têkoşînê bigihînin asta herî bilind. Heger bi vî rengî bibe, em karibin têkoşîna xwe ya pêngavî bigihînin asta herî bilind, hingî di sala 25'an de rewş dikare cidîtir bê nirxandin."

Şer mezin e encam jî wê mezin bin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan hêzên HPG û YJA Starê yên li Zap, Avaşîn û Metînayê şer dikin, silav kir, berxwedana wan pîroz kir û şehîd bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr anîn. Dûran Kalkan got, “Sîstema Komara Tirkiyeyê ya sedsalî ku li ser mejiyê înkar û tunekirinê ava bûye, diderize, hildiweşe. Emrê xwe temam dike. Dawî li siyaset û mejiyê ku ew temsîl dike, tê.

Şer di asta herî bilind de ye. Gelek caran di şer de qala fînalê hate kirin. Heger bi vî rengî bê pênasekirin, hingî bi rastî jî em di nava şerekî de ne ku her tim mezin dibe û encamên wê jî wê mezin bin. Şerê Zap, Avaşîn û Metînayê di navenda vê yekê de ye, pêşengiyê dike. Ev rastiyeke li pêş çavan e. Mirov dikare bibêje, ji bo Kurdan şerekî diyarkirina çarenûsê ye.”

Belkî jî 2 hezar dagirker hatine kuştin

Dûran Kalkan bi bîr xist ku şer 4 meh li pey xwe hiştine û pirseke wiha kir; "Yên ku ev şerê dagirkeriyê û êriş dane destpêkirin, ya rast, bendewarî û hesabê wan ne 4 meh bûn, 4 hefte jî nebû. Hesabê wê dikirin ku di nava çar rojan de biqedînin, zû biqedînin û serketinê bi dest bixin. Li gorî vê encamê bandora xwe ya siyasî çêkin. Lê belê di nava çar mehan de nekarîn encamê bi dest bixin, xitimîn, di nava çiravê de çikiyan. Xitimî ne, welê li wan hatiye ku nikarin xwe bilivînin. Me timî got, şerekî sîng bi sîng diqewime. Gava ku xwe dilivînin, gerîla li wan dixe. Ji bejahî ve nikarin zêde tiştekî bikin. Bi hêza xwe ya hewayî hewl didin bandora gerîla, bandora şerê gerîla yê bi rêbaza tîm û tunelan bişikînin. Niha jî hewl didin bi çekên qedexekirî, bi êrişên hewayî û hêza teknîkê vê bandorê bişikînin. Ji bejahî ve perîşan bûne. Her roj kamerayên gerîla vê nîşan didin. 

Te gotin ku hezar û 871 dagirker hatine cezakirin. Cenazeyên gelekan ji wan li naverastê man. Jixwe, çavkaniyên gerîla eşkere kirin ku bi malbatên wan re têkilî danîne. Dibe ku ev hejmar tenê nîvê wan be. Yên nehatine eşkerekirin zêdetir e, gihîştiye 2 hezar dagirkerî. 

Sûcên şer divê bên teşhîrkirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, wan gelek caran bal biriye ser sûcên şer ên dewleta Tirk û got, "Sûcê şer dikin. Jixwe hebûna wan a li Kurdistanê sûc e. Dagirker e, qirker e. Xwînê dirijînin; ev sûc e. Lê belê ji wê jî bêhtir sûcên şer dikin. Çekên çekên kîmyewî bi kar tînin, bombeya fosforê bi kar tînin, bombeya taktîk nukleerê bi kar tînin. Di vê pêvajoyê de hezar û 532 caran bi kar anîn li hemberî tunelan.

Rewşeke welê ye ku divê bê eşkerekirin. Divê mirov hîn bêhtir bi ser vî sûcî ve biçin.” 

Mafê HRE û QSD´ê yê bersivdayînê heye

Dûran Kalkan êrişên delweta Tirk ên li dijî Rêvebeirya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî jî kir û got, “Bi taybetî çalakiyên HRE gelekî giring in. Dema dawî zêde bûn. Serketina wan hemûyan pîroz dikim. QSD jî heman helwêstê nîşan dide, mîna berê nîne. Niha mafê xwe yê bersivdanê bi kar tînin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.