Pergala tecrîdê rakin

În 19 Nîsan 2024 - 00:29

Li Cinêvê ku ev ji 3 salan zêdetir e ji bo azadiya Rêber Ocalan çalakî tê kirin, vê heftiyê bang li CPT’yê hate kirin ku pergala qirkirinê ya Imraliyê were rakirin.

Li Cinêvê ya Swîsreyê bi çarçoveya pêngava "Dema Azadiyê ye” ji 25'ê Çileya 2021'an û vir ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakiya rûniştinê tê lidarxistin.

Çalakiya vê hefteyê li dora konê li Qada Natîon a ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî pêk hat. 

Çalakî di şexsê Savaş Pîran (Aydin Al) ê  di 1ê Tebaxa 2016an de şehîd bû, ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Xwedî li Konfederaliyê derdikevin

Bi navê Komîteya Çalakiyê Veysel Dalgiç axivî û diyar kir ku zêdetirî 3 sal in ji Abdullah Ocalan ê ku 26 sal in di bin tecrîd û pergala qirkirinê ya Îmraliyê de tê ragirtin ti agahî nayê girtin. Dalgiç bal bire ser pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî  ji pirsa Kurd re çareserî’ ku 7 meh berê hatiye destpêkirin. Dalgiç destnîşan kir gelên cihanê yên ku xwedî li pêngava azadiya Abdullah Ocalan derdikevin, di bingeha xwe de xwedî li paradîgmaya Konfederaliya Demokratîk derdikevin.

Pergala tecrîdê rakin

Dalgiç got, "Em bi vê wesîleyê careke din bang li CPT (Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê), NY (Neteweyên Yekbûyî) û saziyên din ên rayedar dikin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Îmraliyê berpirsyariyên xwe demildest bi cih bînin. Heta ku azadiya Rêber Apo misoger bibe em ê têkoşîna me bidomînin.”

ANF/CENEVRE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.