Pergala sihetê ji bo her kesî

Sêşem 30 Gulan 2023 - 01:11

SOLÎN EHMÊ/ANHA/QAMIŞLO

 

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di demeke nêz de dê pergaleke tenduristiyê ya li gorî pîvanên bilind, were pêkanîn. Li gorî wê, dê xizmeteke mezintir were pêşkêşkirin û mafên welatiyan û xebatkarên tenduristiyê werin misogerkirin.

Pisporên qada tenduristiyê yên li Rojavayê Kurdistanê û Li Bakur û Rojilatê Sûriyeyê  dibêjin, pergala tenduristiyê ya heyî ya li Sûriyeyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî, nikare bi pêş bikeve.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa dibêje, heta niha herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nebûye xwedî pergaleke tenduristiyê ya yekbûyî û pergala heyî ku xebatên nexweşxane û navendên tenduristiyê bi rê ve dibe û mafên welatiyan û bijîşkan di warê sihetê de misoger dike, zerareke mezin lê bûye.

Ciwan Mistefa anî ziman ku tevahî xizmetên tenduristiyê yên heta niha, di çarçoveya destwerdan û dermankirina lezgîn tenê de bûye.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di civîna xwe ya salane de 9'ê Çileyê 2023'yan, plansaziya xwe ya salê eşkere kiribû û behsa projeyên mezin kiribû: vekirina navendên xwînê, avakirina kilînkên giştî, avakirina nexweşxaneyan û avakirina pergaleke nû ya tenduristiyê li herêmê.

Ciwan Mistefa got, ''Li gelek herêman projeyên avakirina nexweşxaneyan dewam dikin, mîna nexweşxaneya Kobanê. Li Dêrazorê projeya avakirina nexweşxaneyeke giştî bi dawî bûye û nexweşxane hatiye vekirin. Li herêmên din jî amadekariyên projeyan dest pê kirine.''

15'ê vê Gulanê Nexweşxaneya Giştî li bajarokê Kisra yê Dêrazorê hate vekirin û ew xizmeta tendursitiyê dide zêdetirî 400 hezar welatiyên li gundewarên rojava yên Dêrazorê.

 

Pergala nû hazir e

Ciwan Mistefa bal kişand ser tevgerên dîplomasî yên desteyê û got, “Me tevgereke dîplomasî da destpêkirin, em çûn serdana welatên wekî Îtalya û Spanyayê da ku sûdê ji ezmûnên wan stratejîk bigirin û her wiha da ku em ji pêvajoya destwerdana lezgîn derbasî pêvajoya avakirinê bibin."

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa got, ku pergala tenduristiyê ya ku qederê sal û nîvekê li ser wê kar tê kirin, wê li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were pêkanîne: "Niha em dikevin pêvajoya pratîkê ya vê pergalê, hemû bendên pergalê hatine amadekirin û bi fermî hatine erêkirin. Wekî din, tevahiya kadroyên me yên tenduristiyê li gorî vê pergalê hatine birêxistinkirin. Ev pergal dê mafên welatî û xebatkarên tenduristiyê misoger bike.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.