- Hevserokê Giştî yê HDP´ê Mîthat Sancar bang li hêzên demokrasiyê, insanên xwedî wijdan û baş kir da ku ji bo aştiyê mil bidin hev û tevgera aştiyê ya mezin ava bikin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ji bo li ser esasê rêgezan yekîtiyekê çêkin, ew ê serdana partiyên muxalefetê bikin: “Em ê sibe (îro) biçin serdana Partiya Saadetê bikin. Hefteya pêşiya me jî em ê biçin serdana serokên partiyên DEVA, Pêşeroj û CHP’ê.”
Mîthat Sancar di komcivîna partiya xwe ya li Meclîsê de axivî, û got, ew her roj bi darybeyek nû hişyar dibin: “Ev darbe siyasî dibin, civakî dibin, aborî dibin lê roj nîne ku darbe nabe. Ev îqtidar xwe bi van darbeyan li ser piyan digire. Doh bi şev darbeyeke nû qewimî. Ev jî darbeya aboriyê ye.
Di rojên dawî de dolar, euro û zêr her ku diçe, biha dibûn. Lê îqtîdar bi israr polîtîkayên şaş ên aboriyê bi rê ve dibe. Lîreyê Tirk û aborî hemû bi dovîz ve girêdane.
Em ê vê pergal û diziya wan li her derê eşkere bikin û kirinên wan derxin holê.”
Şerê milet dikin
Sancar got, daxwaza wan jî ew e ku modeleke baş û dirûst a aboriyê were eşkerkirin û berjwendiyên milet esas werin girtin û xizmeta hiqûq û demokrasiyê bike. Sancar got, "ji bo aboriyê digotin ‘me şerê rizgariyê da destpêkirin’ lê maneya vê gotina wan ev e ku li dijî gel şer dikin û ev şerê wan xelkê feqîr dike û birçî dihêle.”
Sancar anî ziman ku ew ê bi berxwedan û têkoşîna xwe her cûre lîstok û şerê îqtîdarê xera bikin û tifaqa demokrasiyê wê teqeze bi ser bikeve.
Sancar got, AKP ji bilî zilmê tiştekî nake û çavkaniya zilmê jî îqtîdar e. Sancar anî ziman ku armanca wan ew e ku bi heqîqetê bi rê ve bibin, dawî li pergala derew, talan û xwînê bînin. Sancar got, îqtîdar dixwaze faşîzma xwe bi sazûman bike, lê ew ê destûr nedin vê faşîzmê.
Qatil parastin
Mîthat Sancar bal bire ser beraetkirina tohmetbarên Doza Pirtûkxaneya Ûmûtê ya Şemzînanê û got, ew ê ne Şemzînanê ne jî dozên din nedin jibîrkirin û rojekê hesabê van lîstikên tarî bipirsin.
Sancar bal bire ser mirin, zext û êşkenceya li hepsan jî û got: “Heps veguherîne kampên komkirinê. Êşkence û binpêkirinên mafan gihiştine erşê ezmanan. Her roj cenazeyekî nû ji hepsan derdikeve. Girtiyên nexweş nayên dermankirin, nayên berdan. Girtiyên cezayên wan qediyane nayên berdan. Ev awayê înfaza bêdadgeh e. Di çend rojên dawî de 7 cenaze ji hepsan derketin û dibe ku îro jî ev hejmar zêde bibe.”
Sancar got, ew li ber polîtîkayên çaresernekirina pirsgirêka Kurd û ferasetên ewlekariyê radibin û heke pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk were çareserkirin, aştiyeke mezin a civakî wê pêk were. Sancar bang li hêzên demokrasiyê, insanên xwedî wijdan û baş kir da ku ji bo aştiyê mil bidin hev û tevgera aştiyê ya mezin ava bikin. Sancar got, HDP’ê ji bo vê yekê amade ye.
Sancar da zanîn ku ew dibêjin ‘Em HDP’yî ne û li her derê ne’ û kampanyaya xwe dewam dikin û ew bi hêvî ne ku sala 2022’yan bibe sala serketinê.
Diçin serdana muxalefetê
Sancar di dawiyê de got, “Ji sibe û pê ve, em ê pêşniyazên xwe yên li ser xisûsên bingehîn ên di asta çar partiyan û hevserokatiyê de pêşkêşî aliyên opozîsyonê bikin. Sibe em ê bi hevseroka xwe Pervîn Buldan re biçin serdana Partiya Saadetê. Hefteya bê em ê bi serokên Partiya DEVA, Partiya Siberojê û Partiya Gel a Komarî (CHP) re hevdîtinan bikin. Armanca me ew e ku di her warî de li dora prensîbên bingehîn yekîtiyê peyda bikin.”
MA/ENQERE