Xirbeyên perestgeha Rojê ya li navçeya Hezexê ku diyarî xwedayê rojê Şems (Şamaş) hatiye kirin, hatine ber nemanê. Dîroka vê perestgehê heta beriya mîladê diçe.
Di 20 salên dawî de banê beşa perestgehê ya ber bi bakûr ve, rûxiyaye. Bermahiyên her çar dîwarên perestgehê hê jî li ser piya ne. Li perestgehê paceya ku têde tîrêjên rojê dikevin hundir û nava perestgehê ronî dike jî heye. Di hûndirê perestgehê de li ser dîwaran fîgûrên tavê yên ku bi kils û cilsê hatine çêkirin jî hene. Kesên ku ji rojê bawer dikin hê jî tên serdana perestgehê û heya tîrêjên rojê di paceyê de winda dibin dua û nimêjan dikin.
Ji ber ku heta niha ji bo parastinan perestgehê xebatek nehatiye kirin, malên li tenîşta perestgehê komira xwe ya şewitandî dirijînin perestgehê û xesarê didinê. Ji ber wê, xirbeyên perestgehê jî êdî hatine ber nemanê.
MA/ŞIRNEX