Pere teklîfî wî kirine 

Şemî 20 Sibat 2021 - 01:15

Habîb Gokdag ku ji bo tevli malbatên li ber avahiya HDP'a Amedê tên rûniştandin bibe 5 hezar TL teklîfî wî hatiye kirin, anî ziman ku polîsan jê re gotiye: "Em ê 5-6 hezar TL'yî bidin te, biçe Amedê. Mesrefên te hemû aydê me." 

Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkiyê, malbatên ku îdia dikin "zarokên wan hatine revandin" berê wan dide ber avahiya HDP'ê ya Amedê. Yek ji van kesan jî Habîb Gokdag e ku polîsan pere teklîfî wî kiriye. Gokdag, li navçeya Keçîoren a Enqereyê dimîne û birayê wî Omer di sala 2015'an de tevli YPG'ê bûye. Gokdag, diyar kir ku polîs zorê didinê ku biçe ber avahiya HDP'a Amedê. Gokdag, anî ziman ku polîsan jê re gotiye heger biçe ber avahiya HDP'a Amedê wê 5 hezar TL pere bidinê. 

Gokdag, destnîşan kir ku ji ber ku teklîfa polîsan qebûl nekiriye, zext û zoriyên polîsan zêde bûne û got: "Ji min re gotin, tevli çalakiyên li ber HDP'ê bibe.

Gava min got, birayê min bi îradeya xwe ya azad tevli YPG'ê bûye, vê carê gef li min xwarin û gotin, divê tu heqê çeka ku birayê min bi xwe re biriye bidim.

Her wiha polîsan berê jî telefonî Hanim Severê kiribûn, ku keça wê Rozerîn Sever di sala 2015'an de tevli PKK'ê bûye, û 10 hezar TL pere teklîfê wê kiribûn. 

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.