Perê Kurdistanê wiha didizin

Pêncşem 7 Nîsan 2022 - 22:12

  • Bi wekalet veşartina milkên Barzaniyan, stratejiyeke veşartina pereyan e. Ev pere jî bi pirranî ji qaçaxçîtiya petrolê, ragihandin û tîcareta milkan hatine bidestxistin. Zack Kopplin vê carê jî li ser milkên li derveyî Kurdistanê yên Nêçîrvan Barzanî     nivîsî.

REWŞAN DENIZ

Rojnamevan Zack Kopplin Kanûna bihûrî li ser milkên serokkomarê hikûmeta PDK´ê Mesrûr Barzanî nûçe lêkolîn kiribû û derxistibû holê ku bi awayekî veşartî û bi dizî, Mesrûr Barzanî bi milyonan dolaran milk di Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê kirrîne. Zack Kopplin tevî Basma Humadî ji bo kovara The American Prospect vê carê li ser milkên serokê herêma PDK´ê Nêçîrvan Barzanî li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Dubaiyê nivîsiye. ji ber ku ev milk bi rêya buroyên taybet û li ser navên nas, xizm û dostan hatine kirrîn jî, Kopplin, bi sîstema “Laranja” ya “olîgarkên” jî daketiye.

Bi sernavê “Olîgark çawa pere di milkên biyanî de vedişêrin” esas jixwe her tişt eşkere ye. Belkî çêtir e mirov li şûna vedişêrin, didizin binivîse wê çêtir be, lewma ev pereyên xelkê Kurdistanê ne ku malbatan û hawîrdora wê xwe li ser pehn kiriye.  

Dizî û anonîmîte

Kopplin pêşî behsa parêzer Dan Withner dike, parêzerê şirketa milk Virginia property ye: “Dan Withers pesnê xwe dide û dibêje, ew dikare bike ku pereyên we xuya nekin”.  Ew stratejiyên “nûker ên qanûnî” ji bo mişteriyên xwe ecêb dewlemend bi pêş dixe, û helbet ji bo mişteriyên “fikara herî mezin ew e ku anonym bimînin û ji hesabdayînê bên parastin.”

Gelek kes ji bo bacê nedin vê dikin. Lê yek ji miştiriyên wî, çawa ku Zack Kopplin derxistiye holê, Nêçîrvan Barzanî ye. Ew jixwe ti bacê nade, lê diyar e, ji bo ku pereyên diziyê ewle bike, pere li kirrîna milk li derveyî Başûrê Kurdistanê û Iraqê razandine. 

Zack kopplin bi bîr dixe ku pereyên malbata Barzanî û her wiha yên Nêçîrvan Barzanî “ya ku ji gelek nifşan ve xanedanek e” sermayeya xwe ya dêw bi “qaçaxçîtiya petrolê, telekomê û bazarên milk” kom kiriye. Li ser stratejiya “veşartinê” ya vê sermayeyê ya Nêçîrvan Barzanî ew paşê dibêje, “Weke kurmamê xwe [Mesûrû Barzanî], peywendiya serokê Kurd jî bi milkên bi dizî yên derveyî welatê wî re heye.

Lê belê herçî ew e, navê wî hîç yekser li ser belgeyeke milkiyetê jî xuya nake. Li şûna wê, ev milk li pişt sîstemeke tevlîhev a wekalet û navbeynkaran hatiye veşartin; di nava van de karmend, heval û malbata wî jî hene.” 

Li gorî Zack Kopplin, parêzer Dan Wither ji bo vî karê tevlîhev ji Nêçîrvan Barzanî re lazim bû. 

“Laranja”yên Nêçîrvan Barzanî

Axir ji wir ew berê xwe dide sîstema “laranja”. Laranja bi Portekîzî ye, maneya wê porteqal e û li Brezîlyayê ji bo wan wekîl û kesên di nava sîstema milk a bi wekalet de ne, tê bikaranîn. 

Ka gelo ev karê hanê qanûnî ye yan na, meseleyek e din e. Belkî qanûnî be jî. Lê ew pereyên bi sedmilyonan dolarî yên Kurdistanê ne û hatine dizîn. Ji ber wê nûçeya Zack Kopplin muhim e. The American Prospectê ji McLean, Virginia, û Dubai qederê 300 milkî tesbît kirine ku elaqeya wan bi xizm û wekîlên Nêçîrvan Barzanî re heye. Buhayê wan jî bi sedan milyon dolar e. 

Li ser kolana Mottrom Drive a li bakurê Virginiayê, çar milkên ku bi yek carê hatine kirrîn û bihayê wan di ser 20 milyon dolaran re ye, tenê çendek ji van milkan in. Li ser malpera wekîl Dan Withers yan dinivîse, weke wekîl Dan Withers kontrol dike, yan jî li ser daxwaza xwedî, nav hatiye veşartin, dinivîse. Zack Kopplin sîstema tevlîhev a ji bo kirrîna van milkan jî xweşik terîf dike: Wekaleta Mottrom Trust û Wekaleta Dulany tevî şirketeke anonîm. Withers bi xwe ev çerx hemû daniye û vê çerxê digerîne jî. 

Hevjîna wî milk kirriye

Lê belgeyên kevintir navekî eşkere dikin û Zack Kopplin xwe gihandiye wan belgeyan. Di van belgeyan de navê Nebîla Mistefa heye. Wê milk daye dest wekîl Wekaleta Mottrom. Û erê Nebîla Mistefa hevjîna Nêçîrvan Barzanî ye û bi qest navê Nebîla Barzanî bi kar neaniye. Ew keça Mesûd Barzanî bi xwe ye.

Bi heman rengî li devereke nêzîk herî kîm du milkên din hatine kirrîn û ew dewrî Wekaleta Blue Ridge kirine. Ev milkên ku bihayê wan herî kêm 3 milyon dolar in, esas di destê rêveberê Wekaleta Blue Ridge de ne û ew jî karmendê Nêçîrvan Barzanî Cemîl Sindî ye. Li gorî agahiyên di The American Prospect de Cemîl Sindî wekî din wekalet daye Withers  Sindi also granted the lawyer, Dan Withers ku herî kêm bi milyonek dolarê din milkekî din bikire. 

Helbet ev tenê ew milk in ku bi rengekî Zack Kopplin û Basma Humadî karîne tesbît bikin. Lê wan bi bihayê sedan milyon dolarî milkên ku îşaret bi Nêçîrvan Barzanî dikin ên li Dubaiyê karîne tesbît bikin. Di encama belge û daneyan de yên ku bi dizî hatin bidestxistin û Center for Advanced Defense Studies (Navenda Lêkolînên Bipêşketî yên Bergiriyê) ew eşkere kiribûn; xuya dike ku mêrê metika rehmetî  ya Nêçîrvan Barzanî, Salar Hakîm xwediyê 288 milkan e li Dubaiyê. Ew li Dubaiyê “Iraqiyê” ku herî zêde xwedî milk e. Daîreyên wî hemû jî di avahiyên bilind ên bajêr de ne. Ji şeş paran yekê wan jî di Birca Mezin de ne.

Zack Kopplin ji Salar Hakîm dipirse û ew jî piştrast dike ku xwediyê van milkan e. Ev pere zehmet e ku ji rêveberiya Bankeya Navneteweyî ya Îslamî ya Kurdistanê hatibin bidestxistin. Birayekî Nêçîrvan Barzanî şirîkê bankeya Salar Hakîm e, kurê wî jî hîna nû parake xwe ya di bankeyê de ya 30 milyon dolarî firot. Yanî maliyeya Salar Hakîm û ya Nêçîrvan barzanî û malbata wî eşkere di nava hev de ye. 

Zack Kopplin bi vî awayî xweşik nîşan dide pereyên Kurdistanê çawa tên dizîn.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.