Pere hene lê meaşan nadin

Sêşem 25 Gulan 2021 - 01:22

  • Parlamenterê Başûr, Umer Gulpî dibêje, mehane ji ber xerca hikûmeta PDK û YNK´ê ya li Başûr, 95 milyar dînar zêde dimînin, lê dîsa jî hikûmet meaşên xelkê kêm dike û dide. Bi ya wî, hikûmet naxwaze lihevkirina bi Bexdayê re jî bê bicihanîn. 

Parlamenter Umer Gulpî dahat û xerca hikûmeta Başûr eşkere kir. Umer Gulpî endamê Lijneya Darayî ya li Parlamena Herêma Kurdistanê ye. Wî ragihand ku dahata mehane ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetirî xercên wê ye û dikare mûçeyan bêyî ku ji wan kêm bike, bide xelkê. Umer got; “Her mehê 95 milyar dînar ji ber dahata herêmê ji hikûmetê re zêde dimîne, lê ji ber gendelî û bicihnekirina qanûnan, ev gav nayê avêtin.” Bi ya wî lihevkirina bi hikûmeta Bexdayê re wê 200 milyar dînarên din mehane li dahata hermê zêde bikin, lê hem hikûmeta Başûr û hem jî ya Bexdayê esas naxwazin ev bi cih bê.

Beriya niha jî meseleya lêzêdekirina dahata herêmê bûbû mijara Başûrê Kurdistanê. Rojnamevan Ferhan Mihemed jî di meqaleyeke ji bo PolîtîkArt a Kurmancî de nivîsîbû ku ji ber peymanên veşartî, ji ber mesrefên mirov nizane çima hene, pereyên ji ber budceya Başûr kêm in. Lê niha Umer Gulpî dibêje, her meh 95 milyar dînarên zêde hene û dîsa jî meaş nayên dayîn. 

Endamê Lijneya Darayî ya li Parlamena Herêma Kurdistanê Umer Gulpî di fraksiyona Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê de ye. Wî li navenda hizba xwe ya li Silêmaniyê, derbarê dahat û xerca Hikûmeta Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Meaşan temam bide jî pere ji ber dimînin

Umer Gulpî destpêkê behsa dahata mehane ya hikûmetê kir û got; “Her meh Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji firotina neftê, 570 milyar dînar bi dest dixe. Ev yek salê dike 6 tirilyon û 840 milyar dînar. Herwiha dahata mehane ya gumrik, bac û hevkariya hevpeyaman jî, 520 milyar dînar e. Bi giştî dahata Herêma Kurdistanê salane dike 14 tirilyon û 80 milyar dînar.”

Umer got ku dahata mehane ya Herêma Kurdistanê 1 tirilyon û 90 milyar dînare, xerca mehane ya meaşên temam û xerca wezaretan jî 995 milyar dînar e. Gulpî diyar kir ku li gorî vê 95 milyar dînar ji dahata mehane ya herêmê, zêde dike û ji Hikûmeta Herêmê re dimîne.

Pere ji gendelî û qaçaxçîtiyê re diçe

Li gorî parlamenter Gulpî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi vê dahatê dikare mûçeyê karmendên herêmê bêyî ku bibirre, bide wan. Lê Umer got, “Ji ber dewamkirina gendelî û qaçaxçitiyê, hikûmet nikare vê gavê biavêje.”

Gulpî li ser pirseke nûçegihanê RojNewsê ya ‘Heger lihevkirina Bexda û Hewlêrê pêk were, wê çi bandora xwe li ser zêdebûna dahata Herêma Kurdistanê bike" jî got; “Heger lihevkirina Bexda û Hewlêrê were bicihkirin, wê mehane dahata Herêma Kurdistanê nêzî 200 milyar dînarî ji ya niha zêde bike. Lê ne Bexda û ne jî Herêma Kurdistanê, naxwazin ev lihevkirin lê bibe.”

SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.