Pênûsa Zêrîn dan Feqîr Ehmed

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 15 Mijdar 2022 - 05:14

  • Xecê Kiliçarslan: Li Enqerê em çûn serdana Serok Abdullah Ocalan. Bi hev re çûn, sê rojan venegeriyan. Tu nabêjî, serok 3 rojan Feqîr perwerde kiriye. Piştî wê rojê Feqîr her bi PKK’ê re meşiya.

FIRAZ BARAN/KOLN

 

Tevgera Çanda Demokratîk a Kurdan li Ewrûpayê (TEV-ÇAND) ji ber keda wî ya salan û xebatên wî, “Xelata Pênûsa Zêrîn a Kedê” da helbestkar Feqîr Ehmed. Di merasîma xelatê de navdarên hunerê Kurdî jî amade bûn.

Merasîm li komeleya Mala Kurdan a li Kolnê yekşemê êvarê bi rê ve çû. Di merasîmê de piştî rêzgirtina ji bo şehîdan, sînevîzyoneke portreyî ya 10 deqîqeyî yê Feqîr Ehmed hat nîşandan. Rojnamevan û nivîskar Kakşar Oremar ev portre amade kiribû.

Di merasîmê de Serokê Înstîtuya Kurdî ya Elmanyayê Fevzî Ozmen, Serokê Înstîtuya Kurdî ya Brukselê Derwêş Ferho, ji Saziya Malbatên Şehîdan Şengê Kahraman, nivîskar Medenî Ferho, Helîm Yûsiv, Fêrgîn Melîk Aykoç, Hamed Barackilic, Kakşar Oremar; Hozan Şemdîn, Sosin, Xelîl Xemgîn, Comerd, Beser Şahin, Cewad Merwanî, Canê, Kawa, Peyman Arjîn, Memo Gul û Merdan Zirav amade bûn.

 

Feqîr Ehmed vexwendin Kobanê

Di merasîmê de nivîskar Helîm Yûsiv axivî, Jîna Amînî bi bîr anî û paşê got, “Li Kobanê, Weşanxaneya Ava sala 2023’yan fuara kitêban li dar dixe. Wê nivîskar Feqîr Ehmed vexwend. Wê da zanîn ku ew ê tevahiya kitêbên Feqîr Ehmed ên weşandî û 5 kitêbên neweşandî jî biweşîne.” 

Ji Belçîkayê nivîskar Medenî Ferho jî di merasîmê de peyivî û got, “Di salên 1980’yî de li Ewrûpayê komeleyên Kurdan nebûn. Feqîr Ehmed û hevjîna wî Xecê, mala xwe veguherandin Mala Kurdan. Nivîskar, şoreşger, welatparêz li mala wan diciviyan.” 

Medenî Ferho li ser helbest û çîrokên Feqîr Ehmed jî got, “Hin nivîskar peyv, gotinên pêşiyan û biwêjên xas ên herêmên xwe di berhemên xwe de bi kar tînin. Ew her wiha çîrokên ji devera xwe dihûnin û dinivîsin. Ev yek zimanê neteweyî xurt û zengîn dike. Feqîr Ehmed yek ji van helbestkar û nivîskaran e.”

 

Aram Tîgran hez ji helbestên wî dikir

Hunermend Xelîl Xemgîn xelata Pênûsa Zêrîn a Kedê da Feqîr Ehmed. Xelîl Xemgîn di merasîmê de got, “Mamoste Aramê Dîkran gava ku gotin ji besteyên xwe re dineqandin, welê her gotin nedineqand. Pîvanên kiteyan, melodiya helbestê û beriya wan jî yekparebûna maneyê ji bo wî gelekî giring bûn. Wî carinan di helbestan de hin guhertinên hûrik dikirin. Lê wî gelekî hez ji helbestên Feqîr Ehmedî dikir. Bi ya wî, ev helbest, helbestên welê bûn ku bi dinyaya Kurd bi awayekî sade îfade dikirin. Ji ber wê, wî ji bo gelek helbestên Feqîr Ehmed ên weke Çûm Siya Darê, Rêya Kobaniyê, Ey Welato muzîk çêkir û ew gotin.”

Nivîskar Hemad Barackilic jî behsa salên 1960’î û koçberiya karkerên ji Bakurê Kurdistanê ber bi Elmanyayê ve kir: “Di salên 60’î de karkerên ku ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çûne Elmanyayê, Feqîr Ehmed welatparêz bû û wî ev bi wêrekî û jidil digot jî. Ew timî bi Kurdî peyivî û wî bi Kurdî nivîsî. Li dijî feodalên Kurdistanê yên hevkarê dewletê, wî cihê xwe di nava bereya ked û şoreşê de girt. Di helbestên xwe de wî behsa welatparêziyê û pîroziya kedê kir.”

Nivîskarê me Fêrgîn Melîk Aykoç jî di merasîmê de behsa bibîranînên xwe yên bi Feqîr Ehmed re kir. Aykoç jî behsa meşa dirêj a sala 1984’an kir; ew jî tevî Feqîr Ehmed tevlî vê meşa FEYKA’yê organîzekirî bûbû: “Feqîr Ehmed beriya helbestkar û nivîskariya çîrokan, welatparêzekî baş e. Deriyê mala wî timî li mirovên têkoşer vekirîbû. Ew dilsozekî çê yê tevgera PKK’ê ye. Di meşa dirêj a sala 1984’an de em bi hev re bûn. Bêhtirî nîvê mirovên tevlî wê meşê bûn, şehîd bûn. Feqîr Ehmed di karê xwe yê nivîsê de ti carî şehîd ji bîr nekirin. Di helbestên wî de şehîd xwedî cihekî gelekî giring in.”

 

Serok ew perwerde kir

Di merasîmê de Feqîr Ehmed û hevjîna wî Xecê Kilicarslan jî axivîn. Wan malavahiya TEV-ÇAND û beşdarên şeva merasîmê kir. Xecê Kilicarslan behsa vê bibîranîna xwe jî kir: “Sala 1976’an em çûn betlaneyê. Li Enqerê em çûn serdana Serok Abdullah Ocalan. Bi hev re çûn, sê rojan venegeriyan. Tu nabêjî, serok 3 rojan Feqîr perwerde kiriye. Piştî wê rojê Feqîr her bi PKK’ê re meşiya.”

Bi pêşkêşvaniya hunermend Peyman Arjîn, merasîmê bi gotina stranên Aram Dîkaran ên ji şiirên Feqîr Ehmed dewam kir. Muzîkjen Memo Gul jî li tenbûrê xist. Haziran stranên “Rêya Kobanê”, “Çûm Siya Darê” û “Ey Welato” bi hev re got û merasîm bi dawî bû. 

 

Wêne: Pîroz Gultekîn

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.