Pênûsa li dijî zaliman: Wedat Hisên

Çarşem 14 Tebax 2024 - 00:06

Di ser qetilkirina nûçegihanê Rojnewsê Wedat Hisên re 7 sal derbas dibin. Wedat Hisên Elî ku nasnavê wî Wedat Dihokî bû di sala 1988’an de li gundê Elekanî yê ser bi navçey a Geverê ya Colemêrgê ji dayik bûbû. Ji malbatek welatparêz bû. Malbata Wedat xelkê Dihokê ye, lê piştî aşbetaliya sala 1975’an a Mele Mistefa Barzanî bavê Wedat berê xwe dide Bakurê Kurdistanê û li wir dizewice. Piştre ji ber rewşa wê demê ya Tirkiyeyê di sala 1990’an de vedigere Başûrê Kurdistanê û li Dihokê niştecih dibe. Wedat di meha Hezîrana 2016’an de weke nûçegihanê ajansa Rojnewsê yê Dihokê dest bi kar kir. Vê yekê wiha kir ku zextên ewlehiya Dihokê li ser zêdetir bibe. Ji bo ji RojNewsê re nexebite ji aliyê hêzên ewlehiyê ve gef lê hatibû xwarin. Lê, bêyî ku guh bide zext û metirsiyan karê xwe berdewam kir.

Tenê piştî ku 2 mehan weke nûçegihanê me kar kir, di 13’yê Tebaxê de li Taxa Melta ya Dihokê ji aliyê du wesayîtan ve hate revandin. Piştî nîv saetê bi birîndarî ku bi awayek hovane êşkence lêhatibû kirin hate dîtin. Piştî ku gihandin nexweşxaneyê Dihokê, ji ber ku birînên wî giran bûn, şehîd bû. 

Şêwaza êşkencekirin û qetilkirina Wedat Hisên trajedî bû. Her deh tiliyên wî bi zindî dişkêninin û birîna çend kêran a li ser bedena wî hebûn. Şikandina tiliyên wî ji bo nivîs û rexneyên pênûsa rojnamevan Wedat Hisên peyamek bû.

Tevî ku li ser qetilkirina Wedat Hisên re 8 sal derbas bûn jî hîn li Başûrê Kurdistanê zext li ser rojnamegevan hene û tên girtin û binçavkirin. Niha jî di girtîgehên PDK’ê bi dehan rojnamevan, çalakvanên mafên mirovan, mamosta û welatiyên ku tenê peyva azadî bikaranîne, tên ragirtin û dibin êşkenceyê dene.

Ti kujer nehatine cezakirin!

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.