• Kîloya penîrê bisîrik ê Wanê, ji ber zem û bihabûnê, bû 120 lîreyên Tirk. Ji ber vê jî, xelk êdî zêde naçe Çarşiya Penîrfiroşan. 

Kîloya penîrê bisîrik ê Wanê, ji ber zem û bihabûnê, bû 120 lîreyên Tirk. Ji ber vê jî, xelk êdî zêde naçe Çarşiya Penîrfiroşan. 

Krîza aborî, hişkesalî, qedexekirina zozanan û bihabûna fiyetên êm û kayê, bandor li buhayê penîrê bisîrik ê Wanê jî kir. Par di Mijdarê de kîloya penêrê bisîrik di navbera 30-40 lîreyî de bû, niha ji ber bihabûnê buhayê penîrê bi sîrik 100-120 lîre ye. Ji ber vê bihabûnê diçe liv û tevgera li Çarşiya Penêrfiroşan a Wanê jî kêm dibe.  

Penîrfiroş Abdulcabbar Karakoyûn dibêje, "Penîrê ku meha bihurî min bi 70 lîreyî dida, niha buhayê wî di ser 100 lîreyê re ye. Niha li bazarê kîloya penîrê herî erzan bi 80 lîreyî ye." 

Penîrfiroş Mecît Karataş jî dibêje, "Îsal em bi zorê penîr peyda dikin. Li Stenbolê mişteriyên min hene û dibêjin, penîrê bi sîrik peyda nakin. Ji ber ku li Wanê sewalvanî nemaye, mixabin penîr jî kêm bûye. Penîrê ku par havînê me bi 25 lîreyan dikirî, îsal bi 50 lîreyî jî bi dest me nakeve. Lê wer xuya ye, zivistana bê wê fiyetê penîrê bisîrik bihatir bibe."

MA/WAN