Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Mseleya Kurd re Çareseriya Siyasî” ya dostên Kurdan de, li bajarê Silêmaniyê pêngava xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hate destpêkirin.
Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de dostên gelê Kurd li 74 bajaran daxuyanî da çapemeniyê û pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re’ dest pê kir.
Di çarçoveya danasîna pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan de, kampanyaya Rojên Xwendina Pirtûkan hatibû destpêkirin; ev kampanya dewam dike.
Divê çarçoveyê de li parka Azadî ya Silêmaniyê bi tevlîbûna çalakvan, rewşenbîr û dehan welatiyan, pêngava xwendina pirtûkên Rêber Ocalan hate destpêkirin.
Pêngav bi xwendina pirtûkên Rêber Ocalan yên, Sosyolojiya Azadiyê, Şaristaniya Demokratîk û pirtûkên din ên Rêber Ocalan hate destpêkirin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ