- Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGKH) bi daxuyaniyekê pêngava “TOLHILDANA SOR" ragihand.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGKH) bi daxuyaniyekê pêngava “TOLHILDANA SOR" ragihand.
DGH û DGKH´yê daxuyaniyek da û got, "Em wek DGH û DGKH hêza Tolhildanê ya Gelê Kurdistanê, li dijî êriş û polîtîkayên dewleta Tirk a faşîst pêngava 'TOLHILDANA SOR' ji dost û dijminan re îlan dikin. Li ser Rêbertiya me, ku ji bo me sedema cihanê bi erdê re kirina yek e, sîstemeke tecrîd û êşkenceyê ya nedîtî, tê meşandin. Li ser gelê me rêbazên xerab hemû tên ceribandin. Bersiva herî mezin li dijî van êrişên dijmin, beşdarbûna Pêngava me ya 'Tolhildana Sor' e û ji dijmin hesappirsîn e. Hebûna dijmin li Kurdistanê ji bo me sedema pirsîna hesap û rakirina tolhildanê ye." Wan wekî din got, "Kî ango kijan sazî ji vê pergala qirker û faşîst re bekçîtiyê/notirvaniyê, hevkariyê an jî piştevaniyê bike, wê bibe armanca me û wê rûye rehetiyê nebîne! Divê Tolhildana Sor a Ciwanên Kurdistanê çawa be, em nîşanî dijmin bidin. Bila her kes bizane ku ev pêvajo, pevajoya Tolhildana Sor e. Bi vê biryardariyê, îdîayê û baweriyê em bang li tevahî Ciwanên Kurdistanê ên wêrek, mêrxas û çavreşiya çalakiyan dikin, da ku ev pêngava 'Tolhildana Sor' bi hêz be. Em destdirêjên li Kurdistanê yek bi yek tine bikin, kesên hevkar ku fihûşê belav dikin wê hêrsa me ya sor bibînin. Li Kurdistanê hebûna tevahî dijmin û her kesê ku ji bo wê derfetan ava dike, hedefa me ye."
NAVENDA NÛÇEYAN