• Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bal kişande ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û got: “Pêwiste rakirina tecrîdê daxwaza her kesî be.” Her wiha Gunay got ew li dijî bloka faşîst pêngava bloka demokrasiyê didin destpêkirin.  

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay piştî civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê li avahiya Rêxistina Bajêr a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist û li ser bûyerên di rojevê de ne axivî. 
Gunay bal kişande ser êrişên nijadperest ên li Sakaryayê û Afyonê li dijî karkerên kurd û li Wanê rakirina tabêlaya kurdî, navçeya dîrokî ya Heskîfê ku di bin bendavê de hiştin, guherandina navên cih û warên kurdî û got: “Navê vê rejîmê faşîzm e, haveynê wê jî nijadperestî ye."
Gunay diyar kir ku li Tirkiyê bi rengekî aşkere “rejîma apartheîd'ê” tê avakirin û ew dikarin bi avakirina blokeke demokrasiyê pêşî li vê bigirin.
 
Kedkarên Kurd ne bêxwedî ne 

Gunay ji bo pêşî li êrişên nijadperest were girtin bang li rayedaran kir û got: “Em li vir dengê xwe li van revdeyên nijadperest dikin, kedkarên Kurd ku dewletê ew hewceyî pariyek nan kirine, ji cih û warê wan kirine ne bêxwedî ne û ne bi tenê ne."
Gunay bal kişand ser polîtîkaya destidirêjiyê ya bi destê esker û polîsan û got: “Zêhniyeta ku dema Terteleya Dersimê ya 38'an jin û keçên Kurd direvandin, di warê cinsî de îro li Kurdistanê destdirêjiyê dike. Têkoşîna rêxistinî ya jinê ku li ti qadê ji têkoşîna xwe bi paş ve gav navêje wê ti caran destûra vê zêhniyeta bijehr nede.”
 
Divê her kes li dijî tecrîdê be

Gunay bal kişand ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û got: "Divê êdî em der heqê aştiyê de biaxivin. Aktorê herî girîng ê aştiyê Birêz Ocalan e, ku tecrûbeyên wî yên berê yên der heqê aştiyê de hê dimînin. Di wê pêvajoyê de ku Rêzdar Ocalan di nav de bû, me hemûyan dît ku dema îhtîmala aştiyê çêdibe meseleyên civakî çawa bi rehetî têne axaftin û bi rehetî em hev fêhm dikin. Her roja ku aştî pêk nehatî meseleyên vî welatî girantir bûn, em hemû bi hev re bûne şahidê vê. Ji ber vê rakirina astengên li ber Ocalan da ku keda xwe li aştiyê zêde bike, bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê belkî ji Kurdan bêhtir divê daxwaza Tirkan be. Çi kesê ku çareseriyê dixwaze divê bixwaze tecrîd rabe."
 
Em dest bi têkoşîna dij faşîzmê dikin 

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay herî dawî got ji bilî derdoreke teng xetere li ser her kesî heye û wiha got: “Her kes muxatebê van êrişan e, êriş her ku diçin berfirehtir û girantir dibin. Tenê bi têkoşîna hevpar mirov dikare pêşî li vê bigire, bi tevgera hevpar, bi avakirina bloka têkoşînê ya antîfaşîst. Bûyer û rûdan hemû weke peywirekê ev li ber me daniye. Em HDP demildest têkoşîna avakirina bloka antîfaşîst a herî berfireh didin destpêkirin. Em bang li her kesî dikin ku ji vê rewşê aciz in di nav bloka antîfaşîst de cih bigirin, xwe bidin ber hewldana avakirina welatekî demokratîk.''

MA/STENBOL