Pêngava Azadiyê kete qonaxa 2’yan

Şemî 2 Adar 2024 - 00:22

Pêngava 'Azadî ji Rêber Kurd Abdullah Ocalan re û çareseriya siyasî ji pirsa Kurd re' ku 10'ê Cotmeha 2023'an di asta navneteweyî de hatibû destpêkirin, derbasî qonaxa duyemîn bû.

Li bajarê Koln ê Elmanyayê, rêxistinên Kurd, komên çep ên Tirkiyeyî û dostên gelê Kurd civîneke çapemeniyê li dar xistin û qonaxa duyemîn a pêngavê ragihandin.

Di civîna çapemeniyê de hate destnîşankirin ku 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, 4'ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan û 1'ê Gulanê wê di çarçoveya vê pêngavê de bêne pêşwazîkirin.

Hate gotin, bi beşdariya bi sed hezaran kesî wê meş bêne lidarxistin û daxwaza azadiya Rêber Kurd Abdullah Ocalan bê kirin û zext li dewleta Tirk bê kirin ku deriyê Îmraliyê veke.

Di civîna çapemeniyê de hate xwestin, tecrîd bê rakirin, sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê bê betalkirin, Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêka Kurd de weke muzakerevanê sereke bê azadkirin û dawî li zilma li gelê Kurd bê anîn.

Di qonaxa duyemîn a pêngavê de wê li pêşiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî çalakî bêne lidarxistin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de bi taybetî bang li Elmanyayê hate kirin ku dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne.

KOLN/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.