Pêngava azadiyê azadiya gelan e

Çarşem 9 Cotmeh 2024 - 03:10

  • Komîteya Rêveber a PKK’ê û Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya salvegera komploya 9’ê Cotmehê daxuyanî dan û banga tevlîbûneke hîn xurttir a pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji meseleya Kurd re’ kirin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê, bi daxuyaniyeke nivîskî komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an bi derketina Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê destpê kir, bi tundî şermezar kir. 

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê bi vî rengî ye:“Hêzên komploger bi pêşengiya DYE'yê, bi êrîşên ku ev 26 sal in dimeşînin re Rojhilata Navîn veguherandine gola xwînê. Têkoşîna azadî û demokrasiyê ya 26 salan ku ji aliyê gel û dostên me ve bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin, siberoja me ronî kiriye û hêvî daye tevahiya mirovahiyê. Em sekna dîrokî ya Rêber Apo û berxwedana wî ya bêhempa li pêşberî êrîşa komplogeran a 26 salan silav dikin û destnîşan dikin ku em ê vê xeta serketinê her tim esas bigirin. Em têkoşîna mezin a ku gel û dostên me ev 26 sal in li dijî komployê bi pêşengiya jin û ciwanan dimeşînin, silav dikin. Em her kesê ku di sala duyemîn a Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd hedef digire de, li her qadê tevlî çalakiyan dibin silav dikin û serketinê ji wan re dixwazin. Em hemû şehîdên qehreman ên berxwedana fedaî ya "Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin" a li dijî Komploya 9 'ê Cotmehê, bi deh hezaran şehîdên xwe ku ji hevrê Halît Oral û Aynûr Artan heta endamê Komîteya Navendî yê PKK'ê Dersim Nûrhaq berdewam dike, bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bibîr tînin. 

Serketin pêkan û nêzîk e

Bêguman li dijî komployê, di pêşengiya Rêber Apo de hêzên me yên partî û gerîla berxwedana herî mezin raber kirin. Kadroyên partiyê û welatparêzên me ev 26 sal in bi dirûşma "Hûn nikarin roja me tarî bikin" berxwedaneke fedaiyane bi pêş xistin. Gerîlayên HPG û YJA-STAR'ê li hemû Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybetî li Zapê û li tevahiya Kurdistanê destanên berxwedanê yên dîrokî nivîsandin. Encamên têkoşîna li dijî komployê ya 26 sal bi awayekî zelal nîşan dide ku em dikarin li dijî êrîşên komploya navneteweyî li ber xwe bidin û komployê têk bibin. Pêngava Azadiyê ya navneteweyî ku qonaxa dawîn a têkoşîna 26 salan ya li dijî komployê ye, bi têkoşîna sala ewil bi awayekî zelal nîşan daye ku serketin pêkan e û nêzîk e. 

Girêdayî van yekan em careke din komloyê şermezar dikin, şehîdên leheng yên têkoşîna mezin a 26 salan ya li dijî komployê bi rêzdarî bi bîr tînin û di serî de jin û ciwan bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku bi awayekî xurttir û girseyî  tevlî çalakiyên Pêngavê yên têketina sala duyemîn bibin!

Bi xurtî tevlî meşa Amedê bibin!

PAJK’ê di sala 27’emîn a komployê de hêzên komploger bi nefret û hêrsa şoreşgerî şermezar kir û bang li her kesî kir ku heta pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî’ encam digire, çalakiyan bênavber bidomînin. Di daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê de hate diyarkirin ku mîmarê komploya 9’ê Cotmehê DYE, Îngilistan û Îsraîl e û ev tişt hate gotin:“Sîstema desthilatdariya mêr bi hemû hucreyên xwe yên paşverû tê xistine meriyetê û tê xwestin ku jin di cendereya olperest, netewperest û zayendperest de bê xeniqandin û di şer de tê qurbankirin. Dewleta Tirk a faşîst li dijî gelê Kurd şerê qirkirinê dimeşîne, li Iraq-Başûrê Kurdistanê baregehên xwe yên leşkerî zêde dike û êrîşên dagirkeriyê berfireh dike û ji bo dagirkeriya li Sûriyeyê jî israr dike. Ev kiryarên dewleta Tirk û şerê qirkirinê ya ku Îsraîlê li Fîlîstînê dayî destpêkirin, bi hev dû re girêdayî ne. Yê ku li Kurdistanê rê li ber şerê qirkirinê yê dewleta Tirk vekirî, NATO ye. Di vî warî de azadiya Rêber Apo wê çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya gelên Rojhilata Navîn mîsoger bike. Wê dawî li şerê qirkirinê ya dewleta Tirk û Îsraîlê ya ku li Rojhilata Navîn demografyayê diguhere, plana dagirkerî-îlhaqê ya dewleta Tirk a faşîst û xiyaneta PDK’ê bîne, wê feraseta netew-dewletê ya Sûriye û Îranê biguhere û pêşî li çareseriya konfederal a demokratîk veke. Wê zemînê çeteyên çekdar ên tarî yên weke DAÎŞ, Hamas, Hîzbûllah, Talîban û HUDA-PAR’ê ku berhemê zihniyeta desthilatdariya mêrê paşverû ya netew-dewletên herêmê û hêzên sîstema kapîtalîst e, tune bike. Pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' têkoşîneke azadiyê ya gelan a li dijî netewe dewletên herêmî û hêzên kapîtalîst ên global e. Wê serdemeke nû ya dîrokî ji bo gelan û jinan bide destpêkirin ku komployê têk bibe. Jin zanin ku komplo stratejiya beralîkirina şoreşa jinê ye, lewma pêngava 'Jin, Jiyan, Azadî, ber bi şoreşa jinê ve' dimeşînin. Bi darbestiya Îmraliyê re ku 27 sal in di meriyetê de ye gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê dîl têne girtin û şer tê sorkirin. Darbestiya Îmraliyê serdema heyî û paşeroja her kesî tarî dike. Ber bi sala 27'an a komployê re em Konseya Ewropayê şermezar dikin ku bi biryara wergirtî re bûye şirîkê dewleta Tirk a faşîst. Em bang dikin ku heta pêngav bi ser bikeve, çalakî bênavber dewam bikin û bi taybetî jî mîtînga Amedê ya 13'ê Cotmehê bigihêje asta herî bilind û pêvajoya serketinê bide destpêkirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.