Pêngava 15’ê Tebaxê bingehê şoreşê ye
Duşem 14 Tebax 2023 - 15:43
- PKK: Em weke Tevger û gel, em ê di sala 40’an de jî bi tecrubeyên ji salên bihurî, bi xurtî li ber xwe bidin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di xeta Apoyî de wê rêveberiya faşîst û qirker a Tayyip Erdogan jî têk bibe û biavêje ser sergoyê dîrokê.
Bi rasthatina salvegera 39´an a Pêngava 15´ê Tebaxê yanî guleya yekem a li dijî dagirkeriya Tirk li Kurdistanê, Komîteya Rêveber a PKK'ê daxuyaniyek da û got, di 39 salan de “Pêngava 15'ê Tebaxê ji gelek gavên şoreşgerî re bû bingeh, mîna vejîna neteweyî, azadiya jinê û Şoreşa Rojava.”
PKK'ê di vê daxuyaniyê de got, “Pêngava me ya Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê, xeta Apoyî bi rêxistin û bi çalakî kir, biryara Berxwedana Zindanê ya Mezin a 1982’yan gihand çiyê. Ev pêngav niha dikeve sala xwe ya 40’î. Em bi berxwedaneke mezin a gelê me û hêzên gerîla dikevin sala 40’î. Bi taybetî li Zapê gerîlayên HPG û YJA Starê di 9-10'ê Tebaxê de derbên giran li çeteyên faşîst ên AKP-MHP'ê xistin û bi vî rengî salvegera 39'an a pêngava mezin silav kirin. Gerîlayên ku Girê Cûdî kirine keleheke berxwedanê ya dîrokî û girê serketinê, em vê serketina wan a 9-10'ê Tebaxê pîroz dikin û berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê careke din silav dikin ku rê nadin dagirkeriya faşîst-qirker. Em şehîdên pêngava lehengiyê ya dîrokî di şexsê fermandarên me yên nemir hevrê Egîd û Zîlan de bi hurmet, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Di sala 40'emîn a pêngavê de ji her kesên ku têkoşîna demokrasî û azadiyê dimeşînin re serketinê dixwazin.”
Şoreş dan dest pê kirin
PKK´ê bal bire rola şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan û paşê wiha îşaret bi girîngiya pêngavê kir: “Eşkere ye ku di bingehê pêşketinên azadîparêziyê yên 39 salên dawî yên li Kurdistanê de Pêngava Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxa 1984'an û berxwedana gerîla ya bênavber a li ser vî bingehî heye. Zanyar dibêjin, fîşekên destpêkê yên di 15'ê Tebaxa 1984'an de li Dihê û Şemzînanê, esas li koletiya Kurdan hatin xistin. Pêngava Dîrokî ya 15'ê Tebaxê di sala şeşemîn de Şoreşa Vejînê ya Neteweyî û Şoreşa Azadiyê ya Jinê da destpêkirin, ji sala 15'an û pê ve jî li dijî komploya navneteweyî berxwedan bi rêxistin kir, di serî de Şoreşa Azadiyê ya Rojava bû bingeh ji gelek pêşketinên şoreşgerî re. Li ser bingeha Berxwedana Îmraliyê ya dîrokî û guhertina paradîgmayê re rastiya Rêber Apo kiriye rêberê hemû bindestan.”
Ji bo bindest rizgar bibin bû hêvî
PKK´ê got, eşkere ye ku heger li ser bingehê pêngaveke bi vî rengî destwerdana şoreşgerî li dîrokê nehatibûya kirin, di nava 39 salên derbasbûyî de Kurd wê bihatana tinekirin û wiha dewam kir: “Wê demê têkoşîna ku li ser bingehê Pêngava 15'ê Tebaxê dest pê kir ne tenê hişmendiya azadiyê, rêxistinî û çalakî da Kurdan, di heman demê de di serî de Tirkiye, ji bo Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê derew hemû kifş kirin, bû ronahî û li her qadê lêgerîna li demokrasî û azadiyê da destpêkirin. Bi paradîgmaya civaka demokratîk, azadîparêziya jinê û ekolojîk a Rêber Apo dîrok û serdema heyî bi kûrahî ronî kir û ji bo bindestan hemûyan hêviyeke nû ya rizgariyê afirand.
Rêber Apo Pêngava Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxa 1984'an weke 'pêngava hêvî û biryardariyê' pênase kir. Têkoşîna me ya sala 39'an berxwedêrî, biryardarî û serketina ji salên derbasbûyî xurttir, bi taybetî bi pêşengiya berxwedanên li Zap, Avaşîn û Metînayê afirand, ku li dijî çekên qedexekirî tê meşandin.”
Gerîla wê desthilatariya Tirk biavêje çopê
PKK´ê bal bire ser hilbijartina Gulanê û got, rêveberiya dewleta Tirk bi hilbijartinê xwe nû kiriye, hewl dide êrişên qirker, mêtinger, faşîst û dijminê Kurdan zêde bike, û wiha peyivî: “Tirkiye hêzên hundir û derve hemûyan seferber dike, bi binpêkirina pîvanên exlaqî û hiqûqî hewl dide êrişan dewam bike. Dixwaze bi kûrkirina tecrîd û êşkenceya Îmraliyê Rêber Apo bifetisîne. Bi hêza ji civînên Astanayê, NATO'yê û xiyaneta PDK'ê wergirtî, hewl dide êrişan zêde bike, li ser vî bingehî gerîlayên me bieciqîne, pêşengiya partiya me tesfiye bike, parçeyên Rojava û Başûrê Kurdistanê dagir bike. Li ser vî bingehî dixwaze zexta faşîst, teror û mêtingeriya li ser gelên Tirkiyeyê giran bike.
Bêguman em weke Tevger û gel, em ê di sala 40’an de jî bi tecrubeyên ku me ji salên borî wergirtine, bi xurtî li ber xwe bidin. Berxwedana azadiyê ya Îmraliyê ku di dîrokê de mînaka wê tine, rêya me ronî dike û pêşengtiyê ji me re dike. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di xeta Apoyî de li hemberî her hêz û metoda êrişên dijmin li ser xeta fedayî bi qehremanî li ber xwe dide û ew ê rêveberiya faşîst û qirker a Tayyip Erdogan û Tifaqa Komarê jî têk bibe û biavêje ser sergoyê dîrokê.”
PKK´ê di dawiyê de got, têkoşîna di sala 40´î a pêngavê de wê biqasî ya 39 salên bihurî be û daxiuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Li ser van esasan, em pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê yên li hemû deveran û çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo silav dikin. Em bang li gelê xwe û dostên xwe yên welatparêz dikin da ku di 15’ê Tebaxê de bi ruhê serketinê xwe nû bikin, faşîzma AKP û MHP’ê hilweşînin û berxwedana xwe ya li ser pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di sala 40’î de jî geştir bikin û serketinê teqez bi dest bixin."
BEHDÎNAN