Pêngav wê bi çalakiyan were xurtkirin

Sêşem 13 Cotmeh 2020 - 22:00

  • Hevserokê KON-MED´ê Tahir Koçer rexne li xwe girtin û got, eger heta niha me nikarîbûye tecrîdê bişkînin, ev tê wê maneyê em baş nexebitîne, lê êdî sebra gelê Kurd li hemberî tecrîdê nemaye.

Çalakiya rûniştinê ya li ber Konseya Ewrûpayê (KE) ji bo serbestiya Rêber Apo hat destpêkirin di roja sisiyan de dewam dike. Nûnerên saziyan û kesayetên beşdarî çalakiya rûniştinê bûne gotin, ew ê ji bo teşhîrkirina polîtîkayên komloger û komkujiyan têbikoşin. Beşdarên çalakiya rûniştinê herweha qala serbestî û azadiya Rêber Apo kirin.
Di çarçoveya pêngava “Bes e, ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye” li bajarê Strasbourg ê Franseyê li ber Konseya Ewrûpayê çalakiya rûniştinê ji bo mehekê destpê kiriye û di roja sisiyan de ye. Koma pêşî wê hefteyekê çalakiyê bidomîne û paşê wê komeke din dewr bigire. Her hefte wê 30 kes beşdarî çalakiyê bibin. Di hefteya dawî de jî wê ciwan û enternasyonalê çalakiyê dewr bigirin.
Komîsyona Karê Derve wê dosyayên amadekirî bigihîne dewletên endamên Konseya Ewrûpayê.
Hevserokê Civaka Kurdistaniyên li Elmanyayê KON-MEDê Tahir Koçer der barê çalakiyê de axivî û bi bîr xist ku Rêber Apo 22 sal in, li Îmraliyê tecrîd kiriye û got, gelê Kurd jî ji roja ewil ve li dijî vê tecrîdê di nava çalakiyan de ye û îro dîsa yek ji wan çalakiyan pêk tîne.
Koçer bi awayekî rexneyê li xwe bigire got, eger heta niha me nikarîbûye tecrîdê bişkînin, ev tê wê maneyê em baş nexebitîne, lê êdî sebra gelê Kurd li hemberî tecrîdê nemaye. Koçer sazî û dezgehên Ewrûpayê jî rexne kir û xwest helwesta xwe di ber çavan re derbas bikin. Koçer da zanîn ku ji bo bikaribin meseleyê bixin rojeva Ewrûpayê wê li dijî faşîzmê wê pêngavê bi çalakiyên cihêreng destek bikin.

STRASBOURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.