• Nûnerên Sazî û Partiyên Siyasî yên li Başûrê Kurdistanê li ser pêngava KCKʼê ragihandiye gotin: Pêngava KCK’ê ji bo parastina statûya Herêma Kurdistanê ye.

BOTAN GERMIYANÎ
ROJNEWS/SILÊMANÎ

Nûnerên sazî û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê piştgirî dan pêngava KCK’ê û gotin; “Heya gihiştina armancê em ê piştevaniya banga KCK’ê bikin. Pêngava KCK’ê ji bo şikandina dagirkerî û azadiya Kurdistanê ye, bi taybet ji bo parastina statûya Herêma Kurdistanê ye.”
KCK’ê di 12’ê Îlonê de pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ da destpêkirin. Her ku diçe li seranserê her çar parçeyên Kurdistan û Ewrûpayê piştgiriya ji bo pêngavê berfireh dibe. Li ser vê mijarê nûnerên sazî û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê axivîn.

Pêngav ji bo azadiya Kurdistanê ye

Serokê Borda Navnetewî ya Belgekirina Sucên Jenosîdên Gelê Kurd Mihemed Şîraz got: Heya em digihin armanca xwe em ê piştgiriya pêngava KCK’ê û tevahî pêngavên dijî dagirkeriyê bikin. Armanc ew e ku em hemû kesên van sûcane dikin û jenosîd bi ser gelê Kurd de tînin, bidin dadgeha navneteweyî.”
Endama Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî Runak Mecîd jî got, “Dewleta Tirk a dagirker bi hemû awayî êrişî Başûrê Kurdistanê dike û dagirkeriya xwe bi rêya leşkerî, êriş û bombebaranan dewam dike. Ji bo vê pêngava KCK’ê ji bo şikandina dagirkerî û azadiya Kurdistanê ye. Bi taybet ji bo parastina statûya Herêma Kurdistanê ye.

Erka me hemûyan e

Çalakvanê civaka sivîl Pola Ehmed got: “Ev pêngav bi bandor e û erkê me hemûyan ew e ku piştgiriyê bidin vê pêngavê. Divê em bi kampanya, zext û çalakiyên cûr be cûr bikarin ji bo pêngavê bibin bersiv. Di vê çarçoveyê de ji bo dawî anîna dagirkerî û siyaseta faşîst a dewleta Tirk, berpirsyartiyek mezin dikeve ser milê me hemûyan. Pêwîste em berjewendiyên netewî bixin pêşiya hemû tiştek din. Divê em bizanin tecrîdkirina Rêber Apo, mijara Kurdan hemûyan e, û tenê bi azadbûna Rêber Apo wê aştî pêkwere.

Divê Rêber Apo azad bibe

Endamê Mekteb Siyasî ya Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê Bextiyar Mistefa li ser êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Kurdistanê got, “Li gorî wan bi navê Kurd, ti netewek nîne. Ji bo vê dîkdatoriya xwe dewam dikin û tecrîda li ser Rêber Apo jî giran dikin. Em li hemberî vê jî, piştgiriyê didin pêngava KCK’ê. Em ê bi çalakiyên cûda li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk rawestin. Yek ji bingehên serekî ya vegera aştiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn, azadkirina Rêber Ocalan e.