Di nava 6 mehan de 26 hezar welatiyên Iraqê bi awayekî ne qanûnî xwe gihandine welatên Ewrûpayê. Tê gotin pirraniya kesên penaber, Kurd in. Serokê Saziya Lutke jî dibêje; “Bêkarî, tayînnekirina piştî xwendinê, rewşa xirab a aborî, siyasî û ne aramî sedemên penaberbûnê ne.”

Li gorî daneyên Saziya Lutke ya ji bo Kar û Barê Penaberan, di nava 6 salên bihurî de zêdetirî 650 hezar welatiyan berê xwe daye welatên Ewrûpayê. Ji vê hejmarê qederê sedî 70’ê Kurd in. Heman saziyê ragihand ku tenê di nava 6 mehên dawî yên sala 2021’an de 26 hezar û 772 welatiyên Iraqê bi awayekî ne qanûnî xwe gihandine welatên Ewrûpayê. Zêdetirê van kesan jî Kurd in.

430 di rê de mirine

Li gorî heman saziyê heta niha 430 welatiyên ku berê xwe dan Ewrûpayê, di rê de jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyan pirraniya kesên mirine jî Kurd in. Heman çavkaniyê ragihand ku ji sala 2015 heya niha, hejmara penaberên wenda bûne jî, 173 ye û heta niha jî çarenûsa wan nayê zanîn.

Hê jî dewam dike

Serokê Saziya Lûtke ya ji bo Kar û Barê Penaberan, Arî Celal li ser mijarê ji Rojnewsê got, ji ber rewşa xirab a Herêma Kurdistan, bêkarî, nebûna xizmetê û tayînnekirinê welatî berê xwe didin derveyî welêt.

Arî îşaret bi wê yekê kir ku careke din koça ber bi welatên Ewrûpayê ve dest pê kiriye û wiha pêde çû; “Heta rewşa li Herêma Kurdistanê bi vî awayî be, welatî berê xwe wê bidin welatên Ewrûpayê. Welatên biyanî niha weke pêwîst li penaberan nanêrin, sal bi sal daxwazên penaberan paşguh dikin. Bêkarî û tayînnekirina kesên zanîngehê qedandine, rewşa xirab a siyasî, aborî û ne aramî, sedemên wê ne ku welatî berê xwe bidin welatên Ewrûpayê.”

ROJNEWS/BEXDA