Pelota yan jî kevirê skorê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 17 Nîsan 2023 - 03:04

Arkeologan li Meksîkayê tabelayeke skorê ya bi navê “pelota” ku ji dema Mayayan maye, dît. Tê teqezkikrin ku ev tabelaya skorê beriya hezar û 200 salî hatiye çêkirin.

Li ser kevirê weke tabelaya skorê, xêz û resmên cihê hene. Du fîgûrên weke lîstikvan jî tên xuyanê. Nivîsên li ser kevir jî nivîsên hîyeroglîfî ne û arkeolog niha dixwazin wan nivîsan ji hev derxin. Kevirê ku skorê nîşan dide, bi qasî 40 kîloyî giran e.

Kevirê skorê di bin axê de bi awayekî serdev hatiye dîtin. Arkeolog Francisco Perez Ruiz got; “Di warê berhemên Mayayan de dîtina kevirekî ku nivêsên hîyeroglîfê li ser, kêm caran pêk tê. Qederê 11 salan e ku me tiştekî wiha kifş nekiribû di vî warî de.”

MEXÎCO CITY 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.