Pêleke nû ya nîjadperestiyê ye

În 2 Tebax 2024 - 01:55

  • KNK’ê êrîşên li ser çand, huner û zimanê Kurdî ku van demên dawî bi destê dewleta dagirker têne rêvebirin bi bîr xist, ev êrîş bi rengê ‘’pêleke nû ya faşîst û nîjatperest’’ bi nav kir û got dixwazin destkeftiyên sedsalê yên Kurd tine bikin. 

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî êrişên nijadperestî yên dewleta Tirk ên li ser nirxên gelê Kurd daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Kuştin, qirkirin û talanên dewleta faşîst ku bi salan e anîne serê Kurdan ne bes in êdî li hemberî dîlana ciwan Kurd jî xwe ranagirin, wan diavêje zindanan. Nivîs, sembol û nîşaneyên bi Kurdî yên ji aliyê şaredariyên Bakurê Kurdistanê ve yên li ser rê û kolanan hatine nivîsandin radike. Ji xwe berê jî nivîsên Kurdî yên li ser kêlên cangoriyan hatin nivîsandin rakiribûn û posterê Ehmedê Xanî şikandibûn, gelek tawanên din jî kiribûn."

Dixwazin destkeftiyan tine bikin

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Eger wiha dewam bike û li hember vê neteweya Kurd bêdeng bimîne, wê planên nijadperestiyê berfirehtir bin û heta wê kal û pîrên me jî ji ber nezanîna zimanê Tirkî ceza bikin. Ev destpêka pêleke nû ya faşîzm û nijadperestiyê ye. Komara faşist a Tirkiyê dixwaze destketiyên têkoşîna me ya 100 salan tine bike. Lewra baş dizane gelê Kurd di Rojhilata Navîn de neteweyeke kevnar û resen e, her tim jî li ser axa xwe jiyaye û xwediyê dîroka hezarê salan e. Ji ber wê dixwaze bi kiryarên nijadperestî bîrdank û heyî û samana neteweyî yên Kurdan, çand, huner, wêje û dîroka wan ji holê rake. 

Netew bi ziman û çanda xwe ne

Her netewe bi ziman, wêje, çand û hunera xwe li ser piyan dimîne. Eger ev yek tine bibin bê guman wê ew netewe jî hêdî hêdî tine dibe û ji hofka dîrokê radibe. 

Divê li her malê rihê netewî xurt bibe

Vê komara faşîst ev zêdetirî 100 sal in gelek komkujî bi serê me Kurdan de anîne, lê divê em bizanin komkujiya herî giran bişaftin û asîmîlekirina gelê Kurd û gelên xeyre Tirk, tinekirina nirxên wan yên neteweyî û mirovî ne. Ji bo şikandin û lawazkirina nijadperestiyê, di serî de saziyên Kurdî, rewşenbîr û siyasetmedar divê gelê Kurd û Kurdistanî bi tevayî li hemberî van kiryar û reftarên dewleta nijadperest helwesta xwe ya netewparêzî nîşan bidin û her mal, wargeh û qada jiyanê bi çand, huner, wêje, folklor û dîlanên gelerî bixemilîne û rihê neteweyî xurttir bike."

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.