• Artêşa Tirk a dagirker bi piştgiriyeke berfireh a PDK'ê li Kurêjahro dest bi êrişê kir.

Artêşa Tirk a dagirker bi piştgiriyeke berfireh a PDK'ê li Kurêjahro dest bi êrişê kir. Artêşa Tirk hewl da bi piştgiriya helîkopterên êrişê hêzên xwe li deverê deyne. Di navbera artêşa Tirk û gerîla de şerekî giran qewimî û heta nûçeya me dihat amadekirin jî şer dewam dikir. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê got, "Şeva 21'ê Nîsanê saet di 22:36'an de 9 helîkopterên êrişê û helîkopterên tîpa Skorsky ên artêşa Tirk a dagirker, ji xeta Amediyê-Dêrelok ên di bin kontrola PDK'ê de, hatin û bombe li devera Kurêjahro barandin. Piştî ku bi helîkopterên êrişê bombe li deverê barandin, hewl dan bi helîkopterên Skorsky hêzên xwe deynin. Hêzên me yên li devera Berxwedanê ya Kurêjahro dest li van helîkopteran werda û derb li wan xistin.

Artêşa Tirk nîvê şevê 10 helîkopterên din anîn û êriş giran kir. Hêzên me dest li van helîkopteran jî werda û derbeke giran li helîkopterekê xist.

Helîkopterek jî ku dixwest li baregeha Sîrê ya li Şêladizê xwe deyne û leşkerên mirî û birîndar rake, di dema rabûnê de hêzên me derb lê dan.

Helîkopterên artêşa Tirk careke din li ser deverên di kontrola PDK'ê de firiyan û êrişî devera Berxwedanê ya Kurêjahro kirin. Artêşa Tirk tevî helîkopterên êrişê û helîkopterên Skorsky, her wiha helîkoptera Chinook (CH-47 Chinook) a DYE'yî jî di vê êrişê de bi kar anî.

Ev êrişên berfireh û giran,  li devera Berxwedanê ya Kurêjahro û li herêma Zê pêleke nû ya êrişa dagirkeriyê ne. Li vê deverê berxwedana hêzên me yên gerîla û şer bi giranî dewam dikin."

BEHDÎNAN