Li gorî analîzeke nû, pêlava herî kevin a li Ewrûpayê hatiye tesbîtkirin, hatiye piştrastkirin. Li gorî lêkolîneke ku encamên wê nû di kovara Science Advances de hatin weşandin, 22 şimikên/pêlavên weke zembîlan hatine hûnandin, qederê beriya bi 6 hezar salan hatine çêkirin. Ev yek bi analîza radyokarbonê ya lêkolerên Zanîngeha Xweser a Barcelonayê û Zanîngeha Alcalá li Spanyayê derketiye holê.

Tevî van pêlavan, zembîlên serdema Ewrûpî ya mezolîtîk, tevî hin amûrêmn din, cara pêşî sala 1857´an li Başûrê Spanyayê gava ku karkerên kanan şikeftek talan kirin, hatibûn dîtin. Lê di salên 1970´yî de gava ev tişt hatibûn sinifan din, ew wekî berhemên beriya hezar salî hatibûn sinifandin.

Li gorî lêkolîna nû, şert û mercên pirr zuwa yên di nava şikeftê de kirine ku materyalê wan baş bê parastin. Ji bilî zembîlan û pêlavan hin amûrên darîn jî bi vî rengî 6 hezar salan karîne bên parastin.

NAVENDA NÛÇEYAN