Pêla Meşa Azadiyê mezin dibe

Pêncşem 8 Sibat 2024 - 01:45

  • Her ku diçe pêla Meşa Mezin a Azadiyê mezin û befireh dibe. Meş dibe xwedî xisletekî civakî û dibe meşa gel. Baskên meşê li Kanîreşa Çewlikê û Cizîra Şirnexê bi girseyî û coşî hatin pêşwazîkirin. Di peyaman de hate xwestin ku Rêber Ocalan muxatab were dîtin.

“Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û ji Kurdistanê re Statû dest pê kirî di roja 7’an de didome. Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên di baskê Qersê de cih digirin 7’ê Sibatê gihiştin navçeya Kanîreş a Çewligê. Meşvan, li têketina navçeyê hatin pêşwazîkirin û ber bi navenda navçeyê ve meşiyan.

Ev der Kurdistan e

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan piştî meşê axivî û wiha got: “Ez Mehmet Karasungur, Mazlum Dogan û Hayrî Durmuş bi bîr tînim. Wan bedenên xwe dan ber mirinê û berdelên giran dan. Vaye neviyên we li pey şopa we dimeşin. Ev der Kurdistan e û ev der welatê me ye. Em dixwazin wekhev û azad bijîn. Me ji Qersê dest pê kir û heta vê derê hatin. Em ji bo azadiya birêz Ocalan dimeşin. Ji bo azadiya welatê xwe, azadiya gelê xwe dimeşin. Em dixwazin mîna gelên din xwedî statû bin. Dixwazin pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Li Îmraliyê bêhiqûqiyeke mezin li dijî birêz Ocalan tê kirin. Hûn çima destûrê nadin ku bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin? Ev yek hiqûqa dijminatiyê ye. Daxwazên me mafdar û rewa ne. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo mafên xwe bidomînin.”

Ocalan muxatab bigirin

Ocalan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dixwazin ku di çareserkirina meseleya Kurd de birêz Ocalan weke muxatab bê girtin. Dewlet niha tevahiya aboriya xwe ji bo tunekirina Kurdan bi kar tîne. Pereyê vî welatî çima ji bo şer tê bikaranîn? Pereyê gelên Kurd û Tirk ji bo perçiqandina Kurdan bi kar neyînin. Em naxwazin êdî zarokên vî gelî bên kuştin.”Piştî axaftinê, li qehwexaneyê bi gel re civîn hate lidarxistin. Di civînê de ji nîşeyên hevdîtinê yên bi Ocalan re çend beş hatin xwendin. Meşvan dê derbasî navçeya Dep a Xarpêtê bibin.

Bila meşa we azadiyê bîne

Sêşemê Baskê Wanê yê Meşa Azadiyê gihaştibû qonaxa Silopyayê. Li  Silopyayê Dayikên Aştiyê bi çarikên spî meşvan pêşwazî kirin. Dayikeke aştiyê ku Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir hembêz kirî got,’’Ez bi qurbana we bim. Bila meşa we azadiyê bîne.’’ Her wiha dayika Sêvê Demir Sakîne Demir got,’’Derdê me aştî, yekîtî ye. Polîs, leşker, gerîla, sivîl hemû zarokên min in. Bila Tirk jî li gel me bin. Êdî bes e, bila zarok nemirin. An azadî, an azadî.’’

Bi strana ‘Kurdistanê’ meşiyan

Polîsên Tirk li navçeyê hewl dan ku nehêlin gel û Meşvanên Azadiyê bigihin hev, lê li gel vê jî gel li peyareyê li gel meşvanan meşiyan û dema ku dayik di ser wesayitên zirxî yên polîsan re çûn strana ‘’Kurdistanê Kurdistan’’ strandin. Yadê Zeynep Begenîr, li gel nexweşiya xwe ya qanserê jî meşvan tenê nehişt û got,’’Hêvî dikim ku ev meş aştiyê bîne. Her kes dizane ku ev meş ji bo çiye. Diviya niha bi hezaran kes li vir buna. Bi kuştinê ti mesele hal nabin, em aştiyê dixwazin. Bi kuştinê, girtinê nikarin me xilas bikin. Ev mesele encex bi aştiyê çêbibe. Heta ku tecrîda giran hebe aştî nabe.’’

Heke li Rêbertî sar be li me jî sar e

Dema xatirxwestinê Dayikên Aştiyê gotin,’’Heke li Rêbertî sar be li me jî sar e’’ û kefiya ku bi destê xwe çêkiribûn dane meşvanên azadiyê. Meşvanan her wiha çûne ser gora Yadê Taybet Înan ku polîsên Tirk dema Berxwedana Xwerêveberiyê ew şehîd kiribûn û nehiştibûn ku 7 rojan cenazeye wê were rakirin. Li ser gora Yadê Taybet qerenfîl hate danîn.

Muxatab Ocalan e

Di roja 7’an de Meşvanên Azadiyê gihaşte qonaxa Cizîrê. Li Cizîrê gel bi girseyî û coşiyeke mezin meşvan pêşwazî kir. Wekîla DEM Partiyê Salîha Aydeniz li Cizîrê bang li desthilata AKP’ê kir û got,’’Polîtîkayên we yên ku vîna gelê Kurd nas nakin nehatin qebûlkirin û wê neyên qebûlkirin. Muxatabiya Rêzdar Ocalan nas bikin.’’ 

Li Cizîrê li dehma Pira Yafesê ya li têketina bajêr Dayikên Aştiyê Meşvanên Azadiyê bi sirûda ‘’Hernê Pêş’’ pêşwazî kirin. Dayik piştre ketin destê meşvanan û bi dirûşmên,’’Bijî berxwedana zindanan’’, ‘’Qasidê aştiyê li Imraliyê ye’’,’’Jin jiyan azadî’’, ‘’Tecrîd mirin, berxwedan azadî ye’’ meşiyan. Dema meşê dikandaran û şêniyên navçeyê bi çepik û lîlandinan destek dane meşê. Meş heta bi avahiya Navçeya DEM Partiyê dom kir. Li vir girseyê bi dirûşma,’’Bijî Serok Apo’’ meşvan pêşiwazî kirin.

Ti hêz nikare me rawestîne

Wekîla DEM Partiyê Salîha Aydeniz li vir ji gel re axivî û got:’’Ev roja heftan e ku em ji bo Rêzdar Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsa Kurd dimeşin. Em pê dizanin ku ev meşa me wê bigihije armanca xwe. Lê îro li Cizîrê helwesta desthilatê, ya polîsan ji ber tirsa ji demokrasiye ye. Ev nêzîkatî tirsa ji azadiyê ye. Divê dewlet, AKP û polês zanibin ku wê nikaribin meşa me rawestînin. Daxwaza me ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsa Kurd wê nikaribe were astengkirin. Bi dehan li Cizîra Botan şewitandin, lê her carê rabû ser xwe û têkoşîna xwe domand.’’

NAVENDAN NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.