Pêla boykotê xwe li Hewlêrê da

Sêşem 6 Sibat 2024 - 00:31

Ji 4 mehan zêdetir e ku mamostayên Silêmanî, Helebce, Koye, Raperîn û Germiyan boykot ragihandine. Mamosta dixwazin mûçeyê wan were dayîn û mamostayên bi peyman jî werin tayînkirin. 

Boykot û çalakiyên mamostayan bê navber dewam dikin, mamosta carek din li navçeya Çemçemal ya Silêmanî, Qeladiz, Germiyan û Helebceyê daketin qadan û daxwaza mafê xwe kirin.

Mamostayan di çalakiyên xwe de diyar kirin ku ev desthilat tenê bacê li ser wan zêde dike, nirxê pêdawistiyan giran dike û mafê herî bingehîn yê mamostayan binpê dike.

Mamostayan bang li hikumetê kirin ku êdî daxwazên mamostayan paşguh nexe, demek ji ya din zûtir, mamostayên bi peyman tayîn bike û mûçeyê mamostayan belav bike.

Her wiha Partiya Komînîst a Kurdistanê ji bo piştevaniya daxwazên mamostayan û karmendan li bajarê Hewlêrê dest bi xwepêşandanê kir. Hêzek mezin a emnî derdora xwepêşanderan kom bûne.

Hate ragihandin ku beriya demek kurt Partiya Komînîst a Kurdistanê ji bo piştevaniya daxwazên karmend û mamostayên nerazî, li bajarê Hewlêrê xwepêşandan destpê kir.

Her wiha hate diyarkirin ku rê nehat dayîn ku xwepêşander biçin ber avahiya hikûmeta dem borî ya Herêma Kurdistanê, ji ber wê li ber avahiya malbenda partiya xwe kom bûn.

Niha hêzek mezin a emnî ya PDK’ê li derdora xwepêşenderan kom bûne.

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.