Boykot hate ragihandin
Çarşem 18 Sibat 2026 - 03:00

Encûmena Hemahengî ya Sendîkaya Mamostayên Îranê bi daxuyaniyek şîna giştî ji bo xwendekar û mamostayên ku di xwepêşandanan de hatine qetilkirin ragihand.
Di daxuyaniyê de daxwaz ji hemû mamosta û xwendekaran hatiye kirin ku neçin dibistanan, tevlî merasîmên şîna xwendekar û mamostayên hatine kuştin bikin û sersaxiyê bidin malbatên wan. Di beşek din a daxuyaniyê de jî hatiye gotin:’’Ger xwendekar li ser cadeyan ne bi selamet bin, ger dibistan li şûna cihê xwendinê bibin cihê binçavkirinan, bêdengiya me wê vê karesatê kûrtir bike. Parastina li dibistanan, parastina siberojê ye. Mafê jiyanê di ser hertiştê din re ye.” Hêjayî bibîrxistinê ye, ji destpêka xwepêşandana gelan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, 7 hezar û 15 kes hatine kuştin. 53 hezar û 552 kes hatine binçavkirin. Her wiha 25 hezar û 845 xwepêşander jî birîndar bûne.
NAVENDA NÛÇEYAN














