Pêjnek jazz li qelşa gettoyê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 13 Adar 2024 - 00:16

Pirtûka helbestan a bi navê “Pêjnek Jazz-li qelşa gettoyê” ji Weşanên Na derçû. D. Alend di vê pirtûka helbestan de bi helbestên xwe yê nû li pêşberî xwendevanên xwe ye. 

Helbestek ji pirtûka “Pêjnek Jazz-li qelşa gettoyê” 

“va dîsa hûr dibim

li awirên qelareşkê

sibat disewise li zurê bi herî yê haymatlos

li çermê min ê şil kurmê epîfanî ger hêrsa xwe ji bîr bikim

her tişt wê xweştir bibe nola hatî gotin i have a dream

jixwe leylaka li stranê hê jî rayên xwe berdide dilê min

-gelekî şîn im doxtor ber bi gettoya vê êvarê ve

li hemberî bayê dijwar li rûyê min îrlandayeke azad

li bulwarê li bin baranê zarokên ji nijka ve satorî tazî

dixwazim bisekinim bipalivînim çavên xweyê qelacî

ji jenga jakoben a trênên nostaljîya dereng”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.