Pêdiviya misilmanan bi Ocalan heye

Pêncşem 29 Sibat 2024 - 00:45

Mela Hawar Şafiî derbarê girîngiya fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan de ji Rojnewsê re axivî. Mela Hawar Şafiî destpêkê behsa meseleya gelê Kurd kir û got:“Gelê Kurd hertim gelek şoreşger bû, dagirker jî ji vê tirsiyan, ji bo vê kesayetên Kurd dikin hedef da ku ev gel bi temamî tine bibe. Divê çarçoveyê de jî bi komployek navnetewî Serok Abdullah Ocalan hate girtin.” Mela Hawar derbarê fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan de got:“Hemû pirsgirêkên ku dagirkeran avakirine, dikare bi fikir û ramanên Rêber Apo werin çareserkirin. Pêwîste em ji netewa xwe hezbikin, lazime hemû netew jî bikarin bihevre jiyan bikin, em jî weke Kurd netewa xwe biparêzin û hewl bidin doza netewa xwe serbixin. Divê alîkariya dijmin neyê kirin.”

Mela Hawar Rojavayê Kurdistanê weke mînaka serkeftina fikir û ramana Rêber Ocalan bi navkir û got:“Fikirê Rêber Ocalan li Rojavayê Kurdistan û wargeha Mexmûrê ketiye meriyetê, tevî hemû dijberî û êrişên dewleta Tirk jî serkeftinên mezin hatine bidestxistin. Gelek propaganda tê kirin ku ew sîstem dijî ole, lê ev yek ne raste.”

Hawar di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku wî serdana wargeha Mexmûrê kiriye û got:“Min serdana wargeha Mexmûrê kir, li gorî min pêwîstiya misilmanan bi vê sîstema xwerêveberiyê ya li ser fikirê Abdullah Ocalan heye. Fikirê Ocalan fikirê azadî û rizgarxwaziyê ye. Hemû gelên zordarî lê tên kirin, dikarin ji vî fikirî sudê bigirin, ji bo vê jî nabe azadîxwazek di girtîgehê de bimîne, mafê wî yê jiyanê heye û divê were berdan. Lê mixabin ev maf ji Rêber Ocalan hatiye girtin û ev yek ne li gorî yasayên olî û ne jî yê navnetewî ne.”

ROJNEWS/GERMIYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.