Pêdiviya gelan bi Ocalan heye

Pêncşem 5 Kanûn 2024 - 02:50

Heyeteke navneteweyî ya ku ji rojnameger, parlamenter û nûnerên partiyên siyasî pêk tê, ji bo der barê Rêber Abdullah Ocalan agahî wergire, di 2'ê Kanûnê de hat Tirkiyeyê. Heyet di roja ewil de çû serdana Buroya Hiqûqê ya Serdemê û Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD) û di 3'ê Kanûnê de jî li Enqereyê bi parlamenterên DEM Partî re hevdîtin pêk anî. Heyetê piştre bi daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da. Serokê Partiya Çep a Ewropayê Walter Baier ku di nava heyeta navneteweyî de cih girt, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

Ew mirovê aştiyê ye 

Baîer diyar kir ku Abdullah Ocalan mirovê aştiyê ye û got:’’Gelek pirtûk û gotar nivîsandine. Her wiha metn hene ku tê de plansaziya aştiyê ya ku wê çawa pêk were vedibêje. Em piştgiriya van dikin. Wekî çepên Ewropayê em piştgiriyê didin çareseriya pirsgirêka kurd a bêtundî, aştiyane û demokratîk. Em wekî kesayeteke ku aştiyê ya gelê kurd û tirk temsîl dike, em piştgiriyê didin van planan û wî." Baîer bi bîr xist ku ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê dane û got ku ji ber rewşa tenduristiya Ocalan bi fikar in:’’Abdullah Ocalan di nav şert û mercên pir xerab de bi tenê dijî. Der barê rewşa wî ya tenduristiyê de heta niha tu agahiyek me nîne. Ev jî pirsgirêkeke mezin e. Ev mijareke mafên mirovan e. Ya duyemîn jî ew kes û aktorekî girîng ê pêvajoya aştiyê ye. Pêwîstiya gelê kurd û gelê tirk bi Abdullah Ocalan heye û bi saxî jî pêdiviya wan bi Abdullah Ocalan heye. Ji ber ku ji bo plana aştiyê û çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd divê di rewşa derûnî û fizîkî de baş be. Ji ber vê yekê ez dikarim bibêjim ku Partiya Çep a Ewropayê ji bo destekkirina pirsgirêka gelê kurd gelek hewldan dane destpêkirin.”

Divê PKK ji lîsteyê derkeve

Baîer diyar kir ku ji Yekîtiya Ewropayê (YE) jî daxwaza derxistina PKK'ê ji lîsteya "rêxistinên terorê" heye û got:"Em ê li vir tiştên ku em dijîn, dibînin, tecrûbe û pêşbîniyên xwe ji partiyên xwe re bibêjin. Di van demên dawî de em li Almanya û cihên din beşdarî mîtîngên girseyî dibin. Ji ber ku hevgirtin girîng e. Em wekî Partiya Çep a Ewropayê hewl didin ku der barê rewşa Abdullah Ocalan û Rojavayê de agahiyan bidin û gelê kurd û jinên kurd li her qadên ku têkoşîna wekhevî û aştiyê lê didin seferber bikin." Baîer wiha berdewam kir:“Di dawiyê de ji bo gelên Rojhilata Navînê aştiyê dixwazim. Em dixwazin qirkirina li Xezeyê bi dawî bibe. Em dixwazin dawî li êrişên berdewam ên hikûmeta rastgir a Îsraîlê li Lubnan, Sûriye û Şerîeya Rojava were. Ez di wê baweriyê de me ku aştiya li Rojhilata Navîn, divê berfireh be û çareseriya aştiyane jî tê de hebe. Em hêvî dikin ku pirsgirêka kurd bi awayekî adilane were çareserkirin."

MA/OMER ÎBRAHÎMOGLU

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.