Pêdivî bi gavên berbiçav hene

În 17 Çile 2025 - 02:50

Peyama çareseriyê ya ji 7 xalan pêkhatî ya Rêber AbdullahOcalan û gengeşeyên li ser pirsgirêka kurd didomin. 

Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan Akin Birdal jî di nav de, gelek rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenên ku di 14’ê Kanûnê de li Stenbolê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û avakirina aştî û demokrasiyê metneke îmzeyan weşandin. Bîrdal hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan re nirxandin û diyar kir ku divê hevdîtin neyên qutkirin û dewam bikin û got:"Xwezî hevdîtinên di sala 2015'an de nehatana qutkirin. Ji wê demê ve tecrîd kûrtir bûye. Bêyî rakirina tecrîdê demokrasî û aştî pêk nayê. Yanî divê niyetek were eşkerekirin. Her du hevdîtinên bi Ocalan re jî girîng in. Her wiha peyama Ocalan a ji bo biratiya tirk û kurdan jî pir girîng e. Bi vê peyamê nîşan dide ku aştî wê bi kêrî her kesî bê. Ger nexşereyêke berfireh esas bê girtin wê aştiyeke civakî berbiçav bibe. Wê ev jî bibe sedema girtina biryarên kolektîf. Ev yek jî wê barê aliyan sivik bike. Derketina îmzevanên aştiyê jî ji ber vê ye. Polîtîkayên dijminatiya demokrasiyê yên desthilatê, dê zirarê bide hevdîtinên aştiyê. Lewma girîng e ku Ocalan serbest bê berdan. Ji lew re Ocalan perspektîfa veguherîna demokratîkbûyînê pêşkêş dike." Bîrdal diyar kir ku serdana Heyeta Îmraliyê ya ji bo partiyên li Meclisê yên piştî hevdîtinê û daxuyaniyên piştî van serdanan jî bi qîmet in. Bîrdal bal kişand ser hevdîtinên aştiyê yên li cîhanê jî û got ku piştî hevdîtina bi Îmraliyê re pêdivî ye ku êdî gavên berbiçav û pêbawer bên avêtin. 

MA/ÎZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.