Parlamena Ewrûpayê (PE), bang li Tirkiyeyê kir da ku girtiyên siyasî hemûyan berde. PE’yê xwest girtiyên HDP’yî bên berdan û bêyî gefxwarinê ew karibin mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin.
Gava ku Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû li Brukselê hevdîtin dikirin, PE´yê ji bo kesên ku li Tirkiyeyê weke “girtiyên siyasî” pênase dike, biryarek da. Di biryarê de hat xwestin ku Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di çarçoveya hukmên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) de bê şert bê berdan.
Her wiha ji bo Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî hat xwestin ku hemû sûcdariyên li dijî wê bên betalkirin û hemû girtiyên HDP’î bên berdan û bêyî gefxwarin karibin mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin.
BRUKSEL