‘Pê re biaxive’

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 12 Kanûn 2021 - 23:00

  • Encama erênî têr dike ku Benîgno were efûkirin? Gelo Benîgno tenê hezkiriyek bû an nexweşek bû? Gelo jinek (Alicia) wê bixwaze di encama bûyereke wiha de li jiyanê vegere? An ev film jî hinceteke din li hincetên hişmendiya zilaman zêde dike? 

BÊRÎVAN KARATORAK

Derhênerê ku bêhtir serhatiyên jinan tîne ser perdeya sînemayê ango Pedro Almodovar bi filma xwe ya “Talk To Her”  (Pê re biaxive) li deriyê wicdanê mirov dide. Mijareke balkêş datîne devê deriyê mirov û direve... Pey re jî pirsên me dest pê dikin û em dikevin pey bersivan. Almodovar bi vê filmê zorê dide temaşevanan da ku li ser hin mijaran bihizirin û biponijin.

Bawer dike rojekê Alicia wê şiyar bibe

Di filma “Pê re biaxive” de Benîgno kesek e ku li nexweşxaneyê guh dide mirovên di nav cihan de. Her wiha bi salan diya xwe jî xwedî kiriye. Rojekê di paceya xwe ya malê de, ya ku tê de salona dansê tê xuyankirin, jineke ku dansê dike dibîne û dil dikeviyê. Bi salan bi heyranî li keçikê temaşe dike.

Çend rojekê keçik, Alicia nayê dansê, Benîgno wê meraq dike û bi awayekî dibihîze ku qeza kiriye û êdî wê tim di nav cihan de be. Ji ber ku heta hingê têkiliya Benîgno bi jinan re qet çênebûye, bavê Alicia qebûl dike ku li keça wî binêre. 

Benîgno êdî tenê ji bo Alicia dijî. Ji bo wê diçe li filman temaşe dike, diçe şanoyan û çîrokan jê re dixwîne. Her çiqasî Alicia Benîgno nebihîze jî ew her tim pê re diaxive. Benîgno bawer dike ku Alicia wê rojekê şiyar bibe û wê jiyanê dewam bike. 

Hevaltiya li nexweşxaneyê

Li aliyê din, matador ango guleşvana gayan Lydia di şoveke xwe de birîndar dibe û wê tînin nexweşxaneya ku Alicia û Benîgno lê dimînin. Hezkiriyê Lydiayê Marco, hêviyên xwe jê qut dike û wê wekî miriyekê dihesibîne. Benîgno alîkariya Marco dike ku karibe bi Lydiayê re biaxive. Rêya Marco û Benîgno li nexweşxaneyê digihe hev û hevaltiya wan dest pê dike. Lê paşê ji ber hin sedeman Marco dev ji Lydiayê berdide û diçe...

Ji bo Alicia li filmê bêdeng temaşe dike

Roj didin pey hev û Benîgno bêyî ku aciz bibe, bi hezkirineke xurt her tim bi Aliciayê re diaxive. Rojekê da ku ji Aliciayê re behsa wê bike, diçe li filmeke bêdeng temaşe dike. Di filma bêdeng de hezkiriya zilam da ku zilam zeîf bibe, îksîrekê çêdike. Lê belê ew îksîr li camêr nayê û bedena zilam her ku diçe piçûk dibe. Zilam ewqasî piçûk dibe ku bejna wî êdî tenê 15 santîm dimîne. Ji xemgîniyê zilam da ku karibe bi hevjîna xwe re bijî, biryarê dide ku di organê wê yê cinsî de bijî. 

Helbet Benîgno vê kurtefilmê tevî hemû hûrgiliyên xwe ji Aliciayê re dibêje. 

Pêşî destdirêjî dike û dûre jî xwe dikuje

Piştî vê yekê bi çend mehan xebatkarên nexweşxaneyê dibînin ku bedena Alicia diwerime û nakeve cilan (regl nabe). Piştî çend kontrolan dibînin ku Alicia ducanî ye. Nêzîkatiya Benîgno ya bi Aliciayê re çavên her kesî dikişîne ser xwe. 

Benîgnoyê ku heta niha evîndarekî di hedê xwe de derdiket pêşberî me, şeva ku filma bêdeng temaşe kiriye, tecawizî Aliciayê kiriye. Lê belê derhêner bi tu awayî tecawizê nîşanî temaşevanan nedaye da ku Benîgno her tim wekî kesekî sempatîk bimîne. 

Berê Benîgno li girtîgehê ye... Bi bihîstiia mirina Lydiayê re Marco bi bûyerê dihese û xwe digihîne Benîgno. Hewl dide alîkariya Benîgno bike lê ji ber ku Benîgno hemû jiyana xwe bi Aliciayê re girê daye û bi mane kiriye, xwe dikuje. 

Di dawiya filmê de Marco dibîne ku ducanîbûna Aliciayê ew zindî kiriye. Benîgno mafdar derketiye, Alicia rojekê şiyar bû lê Benîgno ew nedît. 

Bersivê ji temaşevanan re dihêle

Bi vê dawiyê, derhêner serê temaşevanan tevlîhev dike. Temaşevan êdî bê biryar in, gelo Benîgno psîkopatek e yan mirovekî dilpak e? Ku mirov li kirina wî dinêre bi tu awayî tiştekî erênî tê de tine ye. Lê belê di encama tecawizê de jî Alicia piştî çar salan li jiyanê vedigere. Gelo encama erênî têrê dike ku Benîgno were efûkirin? Gelo Benîgno tenê hezkiriyek bû yan nexweşek bû? Gelo jinek wê bixwaze di encama bûyereke wiha de li jiyanê vegere? Yan na, ev film jî hinceteke din li hincetên hişmendiya zilaman zêde dike? 

Almodovar xwe bi pirsên temaşevanan nawestîne. Pirsekê diavêje holê û bersivê ji temaşevanan re dihêle û diçe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.