Malbatên girtiyên Herêma Behdînanê li ber deriyê parlamenê kom bûn û daxwaz kirin bi çarenûsa zarokên xwe zanibin. Malbatan diyar kir ku heta niha ew nizanin bê ka zarokên wan li ku derê tên ragirtin. Parlamenterê YNK’ê jî got, heta niha bi sedan kes li Herêma Behdînanê hatine binçavkirin, lê tenê çarenûsa 53 kesan diyar e.

Di mehên dawî de desthilatdariya PDK’ê li Herêma Behdînanê bi dehan çalakvan, karmend, mamoste û welatiyên sivîl, ji ber parvekirinên wan ên di facebookê de, xwepêşandan û tevlîbûna wan ya çalakiyan, kirine nezaretê. Hîna jî bi dehan kes di destê PDK’ê de ne û bi çarenûsa wan nayê zanîn.

Li ser vê yekê, malbatên kesên li Behdînanê hatine windakirin, li ber deriyê parlamena Herêma Kurdistanê çalakiyek li dar xist.

Guhdar Zêbarî yek ji wan kesan e ku li Herêma Behdînanê ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin. Bavê Guhdar, Mihemed Emîn, li ber deriyê parlamenê got, “Ev bêhtirî 2 hefteyan e ku kurê min hatiye binçavkirin û ti sûcekî wî jî nîne. Kurê min tenê çalakvan e û gendeliya Hikûmeta Herêmê rexne kiriye. Em nizanin zarokên me li ku ne. Divê parlamen ji bo azadiya zarokên me bikeve nava liv û tevgerê.”

Parlamenterê YNK’ê Şino Eşqî jî li gel malbatan axivî û got; “Desteya xwecihî ya Dihokê berpirsyarê diyarkirina çarenûsa kesên kirin nezaretê ye. Bi sedan kes li Herêma Behdînanê kirione nezaretê, lê tenê çarenûsa 53 kesan tê zanîn. Hikûmet nikare dengê nerazî yê xelkê, bi rêya bêdengkirin û girtinê bêdeng bike.”

ROJNEWS/HEWLÊR