PDK’ê xwest komkujiyê rewa bike

Duşem 18 Tîrmeh 2022 - 22:24

  • “Îro (pêr) saet 14:20’an balefireke bêmirov li rojavayê bajarê Mûsilê wesayîteke sivîlan hedef girt. Di encamê de pênc kesan jiyana xwe ji dest da û yek ji wan jin e.”

Waliyê Musilê li dijî êrişa doh ya balefira bê mirov a dewleta Tirk a dagirker de ya ku tê de pênc kesan jiyana xwe ji dest da, nerazîbûn nîşan da û xwest hikûmeta Iraqê nerazîbûn li dijî van êrişan nîşan bide.

Waliyê Mûsilê Necim Cibûrî derbarê êrişa balefira bêmirov a dewleta Tirk a li navçeya Telafer a Mûsilê de axivî û got, “Îro (pêr) saet 14:20’an balefireke bêmirov li rojavayê bajarê Mûsilê wesayîteke sivîlan hedef girt. Di encamê de pênc kesan jiyana xwe ji dest da û yek ji wan jin e.”

PDK’ê bi saziyên xwe îdîa kiribû ku dewleta Tirk êrişî wesaîteke PKK’ê kiriye û hewl da êrişê rewa bike. Lê ev hewldana wê bê encam ma.

Derbarê nasnameya balefirê de walî Cibûrî eşkere kir ku balefira bêmirov a Tirkiyeyê bû û got, “Em bi tundî vê êrişê şermezar dikin ku ewlehiya vê parêzgehê dixe metirsiyê. Ev êriş welatiyan dixe nava metirsiyan. Em daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin li beramberî van êrişên Tirkiyeyê nerazîbûn nîşan bide.”

ROJNEWS/MÛSIL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.