PDK’ê xwest Iraq fermanê bibe serî
Duşem 20 Hezîran 2022 - 22:42
- Di civîna şandeya bilind a leşkerî a Iraqê, serokê herêmê û serokê PDK’ê de, PDK’ê xwest peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de bi pêngavên leşkerî pêk were.
Di civîna şandeya bilind a leşkerî a Iraqê, serokê herêmê û serokê PDK’ê de, PDK’ê xwest peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de bi pêngavên leşkerî pêk were.
Şandeya hevbeş a Wezareta Hundir û Wezareta Parastinê ya Iraqê tevî Fermandarê Operasyonên Hevbeş a Iraqê pêr çû Hewlêrê.
Şande bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re civiya. Di daxuyaniya dawiya civîna di navbera şande û serokê herêmê de, behsa hemahengiya pêşmerge, artêşa Iraqê û liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê hate kirin.
Wan behs nekir lê mesele Şengal bû
Tevî ku di daxuyaniya dawî de behsa mijara sereke ya civînê nehate kirin, lê li gorî agahiyên hatine bidestxistin, serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji şandeyê kiriye da ku peyamana 9’ê Cotmehê ya di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de ya li ser Şengalê pêk were. Yanî wan xwest qirkirina Êzîdiyan biçe serî.
Serdan li ser daxwaza PDK’ê çêbûye. PDK dixwaze Iraq bi rêbazên leşkerî peymana 9’ê Cotmehê ya qirkirina Êzîdiyan li Şengalê bi cih bê anîn. Lê heta niha Gelê Şengalê bi berxwedaneke bê hempa nehêlaye peyman were bicihanîn.
Şandeyeke ji Şengalê jî pêr bi serokkomarê Iraqê re civiyabû, lê ji bo şande bi serokkomarê Iraqê Berhem Salih re necive, PDK gelekî hewl da.
HEWLÊR