Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar û heyeta pê re seredana Bexda û Hewlêrê kiribûn. Rojnamevan-nivîskar Necmettîn Salaz, anî ziman ku Akar û heyeta wî xwestine li Kerkûk û Mûsilê binkeya eskerî bê avakirin, lê belê daxwaza wan hatiye redkirin. Salaz, ji bo PDK'ê jî anî ziman ku xwe radestî Tirkiyeyê kiriye.
Çend roj berê Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar û Serokê Fermandariya Giştî ya Tirkiyê Yaşar Guler û heyeta bi wan re çûn Bexdayê û ji wir jî çûn Hewlêrê. Piştî serdanê Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan sinyalên operasyona li hemberî Şengalê dabûn û li gel vê balafirên şer ên DYE’yê jî li herêma Sakharê li milîsên Îranê dabûn.
Heyet a şerê taybet bû
Rojnamevan-nivîskar Necmettîn Salaz ku herêmê ji nêz ve dişopîne, çavdêriyên xwe yên derbarê vê seredanê de anî ziman û got: “Piştgirî an jî destûra PDK'ê ya ji bo Trkiyeyê têr nake. Lewma ewilî divê bi Bexdayê dest pê bikirana. Mehek berê bi dawetkirina Enqereyê Serokwezîrê Iraqê Mûstafa el-Kazimî hat Tirkiyeyê. Bi qasî di çapemeniyê de derket, bi awayekî bi hişmet hatiye pêşwazîkirin. Tirkiye hin weadên nepêkan kirin û gotin wê 5 milyon dolar piştgiriyê bidin Iraqê. Yanî bertîl pêşniyar kirin. Lê em giş dizanin ku di Bankeya Navendî ya Tirkiyeyê de ew qas pere tune ye. Ne wekî Elmanya û Fransayê ye ku di qaseya wê de pereyê wê hazir be û belav bike. Muhtemelen rêveberiya Iraqê jî bi vê dizane, lê Tirkiye bertîlek werê pêşniyar kir da ku derî vekirî bimîne. Piştî hevdîtina li wir ragihandin ku dê hevdîtina din li Bexdayê bê kirin û çend roj berê heyet hat Iraqê. Heyeta hat jî ne heyetek werê bû ku karibe têkiliyên Tirkiyeyê baş deyne. Heyeta hat, heyeta şer bû. Tîmeke şerê taybet bû. Hatin Bexdayê û li vê derê pêwendî bi rêvebiran re danîn."
MA/ENQERE