Piştî rûniştina ku rojnamevan Şêrwan Şêrwanî lê dihat darizandin, rojnamevan Umêd Beroşkî yê ku Mesrûr Barzanî rexne kiribû, ji aliyê PDK’ê hate revandin.

Dadgeha Hewlêrê bi îdîaya ‘sextekariyê’ 4 sal cezayê girtîgehê li Şêrwan Şêrwanî birîbû.

Parêzerê girtiyên Behdînanê Remezan Hertîzî têkildarî biryara dadgehê daxuyaniyek dabû çapemeniyê û gotibû;“Dadgeha Hewlêrê li gorî madeyên 295 û 298, bi îdîaya ‘sextekariyê’ 4 sal cezayê girtîgehê li Şêrwan Emîn birrî, ku ev yek jî nebûna serweriya yasa û dadgehên Herêma Kurdistanê nîşan dide.”

Yek ji hevalên Şêrwan Şêrwanî, Umêd Beroşkî jî têkildarî 4 sal cezayê ku li Şêrwan Şêrwanî hatiye birrîn gotibû; “Dadgehê 4 sal ceza li Şêrwan Şêrwanî biriye, ev biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ye. Bi fikir û hişmendiya leşkerî û îstîxbaratî welat nayên birêvebirin. Lewra ev biryar li dijî dengê nerazî yê Behdînanê hat dayîn. Pêwîst e em li dijî vê biryarê bin û helwestê nîşan bidin.”

Piştî vê daxuyaniyê, Umêd Beroşkî pêr bi şev hate revandin.

Nûnerê Girtiyên Behdînanê Ayhan Seîd da zanîn ku rojnamevan Umêd Beroşkî li Dihokê ji aliyê hêzên asayîşê ve hatiye revandin.

ANF/HEWLÊR