PDK’ê rojnamevan dersînor kir

Pêncşem 14 Tîrmeh 2022 - 21:27

  • PDK´ê rojnamevana holandî Frederike Geerdink a ku pêşî çûna wê ya Rojava hatibû erêkirin, li deriyê sînor ê Pêşxabûrê asteng kir.

PDK´ê rojnamevana holandî Frederike Geerdink a ku pêşî çûna wê ya Rojava hatibû erêkirin, li deriyê sînor ê Pêşxabûrê asteng kir. PDK´ê ew bire balefirgeha Hewlêrê û ji wir dersînor kir. Dewleta Tirk kî sala 2015’an rojnamevan Geerdink girtibû û dersînor kiribû. 

Frederike Geerdinkê wê ji bo kovareke holandî ya mezin, nûçeyek li Rojavayê Kurdistanê amade bikira. Lê tevî ku pêşî destûr hatibû dayîn, ew li deriyê sînor ê Pêşxabûrê hat girtin. Di ser hesabê xwe yê medyaya civakî, Geerding got, Rêveberiya Hewlêrê ew weke “kesa nayê xwestin” ragihandiye. Wê da zanîn ku esas ji bo nûçeyekê wê dixwest biçe Kobanê. 

Di daxuyaniya xwe de wê got, ji ber ku qelem di destê wê de ye, wê desthilat tirsandiye û ew tê dersînor kirin. Di dewamê de jî ew dibêje, “Ez gelekî pê serbilind im ku pênûsa min evqasî tûj e ji bo desthilatdaran. Lê hûn, yên ku li ser Kurdistan û Tirkiyeyê dinivîsin, qelemên xwe tûj bikin, ew nikarin me hemûyan dersînor bikin, yan jî qedexe bikin. Bila heta hetayê rojnamevaniya “du-aliyan” bimire.”

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.