PDK’ê rê asê kirin

Duşem 29 Adar 2021 - 00:38

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi fermana dewleta Tirk riya 53 gundên herêma Biradost girt û qedexeya hatinûçûnê ragihand. Ji şêniyên wan gundan re ragihand ku her kesek biçe nava sînorê diyarkirî, wê bibe hedefa balafirên şer ên dewleta Tirk.

Ji berî çend rojên borî, hêzên PDKʼê bi fermana dewleta Tirk riya 53 gundên Biradost a ser bi Hewlêrê girtin.

Li gorî zanyariyên, PDK’ê bi riya danîna axê li ser riyan û bicihkirina hêzên pêşmergeyên ser bi Fermandariya Helgurt a li derdora gundan, heta niha riya hatinûçûna 53 gundên Biradost girtiye. Herwiha qedexeya hatinûçûnê ragihandiye. Hinek ji wan gundan ev in, Bêrkim, Deraw, Sinîn, Berbizin, Mêrgereş, Bêrkim û Navdaruk ên dikevin bajaroka Sîdekan a herêma Biradost a ser bi parêzgeha Hewlêrê.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.