Asayîşa PDK’ê siyasetmedarê ji Bakûrê Kurdistanê Omer Bartan radestî dewleta Tirk kir. Omer Bartan (48) piştî 12 salên di girtîgehê de ji ber zextên dewleta Tirk û cezayên lê hatibûn birîn çûbû Hewlêrê. 19 mehan li Hewlêrê ma û PDK wî radestî dewleta Tirk kir.
Omer Bartan ji navçeya Tetwan a girêdayî bajarê Bedlîs ê Bakûrê Kurdistanê ye. Ji ber xebatên xwe yên siyasî, ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve hatiye girtin û zêdetirî 12 salan di girtîgehê de maye. Piştî ku ji girtîgehê derdiketiye, ji ber dozên der barê wî de û zextên dewletê, Hezîrana 2019’an neçar dimîne ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibe. Omer Bartan ku li bajarê Hewlêrê dima, 3’ê Tîrmeha 2019’an, ango hîn mehek wî li Başûr temam nebûye, asayîşa Hewlêrê wî digire.
Li gorî zanyariyên ku malbata Bartan dane, ji roja ku hatiye girtin êdî agahî jê negirtine. Der barê rewşa wî de jî tu zanyarî ji malbatê re nehatine dayîn.
28’ê Çileya 2021’an polîsên dewleta Tirk ên Şirnexê li malbatê geriyane û gotine, “Omer dema xwestiye ji sînor derbas bibe, hatiye girtin”.
22’ê Sibatê jî Omer Bartan ji girtîgeha bajarê Şirnexê yê Bakûrê Kurdistanê bi riya telefonê li malbata xwe geriya û hemû tiştên bi serê wî de hatine ji malbatê re gotine.
Sîxurî lê ferz kirine
Bartan ev agahî dane malbatê: “Asayîşa Hewlêrê gelek zext û gef li min kirin, zor li min kirin da ku bibim sîxur. Lê min ti tiştekî wan qebûl nekir. Lewma 28’ê Çileya 2021’ê destê min kelepçe kirin, çavê min girê dan û bi vî rengî birin sînorê Bakurê Kurdistanê.” Bartan ragihandiye ku asayîşa PDK’ê bi awayekî fermî ew radestî Tirkiyeyê nekiriye, lê bi awayekî ku dest û çavên wî girtîne, di Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl re derbasî aliyê Bakûr kirine û li wir hiştine. Paşê jî dewleta Tirk ew xistiye zindana Şirnexê.
ROJNEWS/SILÊMANÎ