PDK’ê piştî 28 rojan Mûsa berda

Duşem 4 Nîsan 2022 - 22:36

  • PDK´ê endamê HDP’ê Mûsa Çîftçî beriya bi 29 rojan revandibû û aqûbeta wî heta doh nediyar bû. Asayîşa PDK´ê ew doh berda.

PDK´ê endamê HDP’ê Mûsa Çîftçî beriya bi 29 rojan revandibû û aqûbeta wî heta doh nediyar bû. Asayîşa PDK´ê ew doh berda.

Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Çîftçî yê li Silêmaniyê dima, berî mehekê ji bo malbata xwe bîne, çûbû Hewlêrê.

Asayîşa PDK´ê hingê ew revandibû.

Mûsa Çîftçî yê ji Colemêrgê, tam 28 rojan revandî bû.

Çîftçî ji ber sedemên siyasî berî 6 salan neçar bûbû berê xwe bide Başûrê Kurdistanê.

Ev qederê 6 salan e ku Çîftçî li Silêmaniyê dima. Çîftçî dema diçû Hewlêrê ji bo malbata xwe bîne, li Şeqlawa ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hatibû revandin.

Sedfema revandina Mûsa Çîftçî nedihat zanîn û ew doh hate berdan.

 ANF/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.