PDK´ê Mehdî Rêkanî revand

În 13 Tebax 2021 - 03:16

Ragihandina Yekîtî Niştîmanî Kurdistan (YNK) ragihand ku asayîşa PDK’ê endamekî komîteya wan a Şêladizê revandiye. 

Li gorî agahiyan, kadroyê YNK'ê yê hatiye revandin, Beprirsyarê Komîteya Xwendevanên Kurdistanê, Mehdî Rêkanî ye.

Ev ne cara yekemîne ku PDK bi vê şêwazê kadro û alîgirên YNK´ê û aliyên din ên siyasî direvîne.

Zêdetirî mehekê 3 endamên Nûnertiya Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê revandibûn û 10 Hezîranê ve ti agahî derbarê yekî nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen bi dest nakevin.

3'yê Tebaxê jî 3 endamên RJAK’ê li Hewlêrê hatin revandin û heta niha têkildarê wan jî ti agahiyek nedaye.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.